IHR: Li Îranê îsal 511 kes hatine îdamkirin

.

 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ragihand ku Îranê di 8 mehan de zêdetirî 500 kesan îdam kirine.

Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî ji rayedarên Îranê xwest ku dawî li bidarvekirinan bînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ya ku navenda wê li Norwecê yê îro raporek belav kir.

Li gorî rapora IHRyê, ji destpêka 2026an ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 511 kes bi hincetên cuda hatine bidarvekirin.

13 ji wan girtiyên siyasî ne

Di raporê de hatiye diyarkirin ku 16 jin di nav wan kesên ku hatine bidarvekirin de bûne.

Herî kêm 13 kes jî "girtiyên siyasî" bûne ku tê îdiakirin pêwendiya wan bi hêzên mixalefetê re hebûye.

Li gorî rapora rêxistinê, niha cezayê mirinê li bi sedan xwenîşanderan hatiye birîn ku tenê li Îsfehanê ji 70 kesî zêdetir in, yan jî tohmetên wisa li wan hatine kirin ku dibe encama wan cezayê mirinê be.

Banga Neteweyên Yekbûyî

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji 19ê Adarê ve herî kêm 56 kes li Îranê bi hincetên têkildarî "ewlehiya niştimanî" hatine bidarvekirin.

Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, 5ê vê mehê ji ber "zêdebûna bidarvekirinan û cezayê mirinê" nîgeraniya xwe anîbû zimên.

Volker Turk ji rayedarên Îranê xwest ku dawî li bidarvekirinan bînin û ji bo betalkirina cezayê mirinê kar bikin.

Siyaset Haberleri

Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê li ser zimanê Kurdî biryareke nû da
Îbrahîm Olabî: Mafên Kurdan hatine garantîkirin
Mezlûm Ebdî bû şêwirmendê Ehmed Şer
Tirkiye: Deriyê Qamişlo-Nisêbînê li aliyê me ji bo vekirinê amade ye
Serok Barzanî: Em dê rê nedin ku Kurdistan bibe stargeha gendelkaran