IHR: Îsal li Îranê herî kêm 400 kes hatine bidarvekirin

.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ragihand ku ji destpêka sala 2026an û vir ve li Îranê herî kêm 400 kes hatine îdamkirin.

Rêxistinê destnîşan kir ku piştî pevçûnên bi Amerîka û Îsraîlê re îdam zêde bûne û ew bi taybetî ji bo girtiyên siyasî dilgiran in.

Herî dawî îdamkirina mamosteyê zanîngehê û pisporê fîzîkê Vahîd Beniyamîryanê 34 salî di raya giştî de bû sedema bertekên mezin.

Hat eşkerekirin ku Beniyamîryan yek ji wan şeş kesan bû ku bi tohmeta endamtiya Rêxistina Mucahîdên Gel dihatin darizandin û ew hat daleqandin.

Çavkaniyeke nêzîkî malbata wî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re ragihand ku berî înfazê ne xeber dane malbatê û ne jî dane parêzerê wî û got: "Ev rewş li gorî yasayên Îranê bi xwe jî li dijî hiqûqê bû."

Îdam wekî amûreke fişarê tê bikaranîn

Rêxistinên mafên mirovan diparêzin ku birêvebiriya Îranê ji meha adarê ve îdam zêde kirine û armanca vê yekê tirsandina civakê ye.

Tê gotin ku bi taybetî piştî xwenîşandanên li seranserê welat û pevçûnên dawî girtiyên siyasî hatine hedefgirtin.

Birêvebirê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Emîrî-Mogheddam diyar kir ku bi lawazbûna agirbestê re rîska îdamkirina girtiyên siyasî zêde bûye û biland:

"Em gelekî dilgiran in ku rayedar vê rewşê ji bo înfazên zêdetir bi kar tînin."

Li gorî rêxistinê, hîn jî bi sedan girtiyên siyasî bi tohmetên giran tên darizandin û li ser nêzîkî 100î ji wan biryara îdamê heye.

Hat ragihandin ku li Girtîgeha Destgerdê ya Îsfehanê zêdetirî 70 girtiyan li benda dorê ne da ku werin îdamkirin.

Piştî pevçûnan înfaz bêhtir bûn

Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, piştî destpêkirina pevçûnan:

  • Ji ber xwenîşandanên meha Kanûna Paşîn 24 kes

  • Têkildarî xwenîşandanên 2022yan 2 kes

  • Bi hinceta têkiliya bi Rêxistina Mucahîdên Gel û komên qedexekirî re 13 kes

  • Bi tohmeta sîxuriyê jî 10 kes hatine îdamkirin

Rêxistinê ragihand ku di sala 2026an de hejmara giştî ya kesên hatine îdamkirin ji 400î derbas bûye.

Hat diyarkirin ku beşeke mezin a van îdaman ji ber sûcên madeyên hişbir û kuştina bi qestî ne.

Li girtîgehan xwenîşandan

Ji bo berteka li dijî zêdebûna îdaman, girtiyên li Girtîgeha Qizilhesarê ya li Kerecê 13ê Tîrmehê dest bi greva birçîbûnê kir.

Di dîmenên ku ji girtîgehê hatine parvekirin de tê dîtin ku girtî slogana "Ji îdamê re na" bilind dikin.

Girtiyan di daxuyaniyeke hevpar de diyar kir ku ew ji ber sedemên aborî ber bi sûc ve hatine dehfdan û anîn zimên:

"Divê mirov ji ber xeletiyên xwe yên pêşî ji jiyanê neyên bêparkirin."

Li gorî amarên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Îran par bi zêdetirî 2 hezar îdaman piştî Çînê di cîhanê de welatê duyem e ku herî zêde cezayê îdamê disepîne.

Kurdistan Haberleri

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay: Peymana Lozanê Ji Bo Miletê Kurd Nemeşrû Ye
Di nava 2 mehan de 5 rojnameger hatin kuştin
PWK: Divê neheqîya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye bê telafî bikin
Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Komara Tirkîyeyê Lêpirsîna Pêşîn a Hesabê Darayî ya PWKyê Pejirand
Pakistanê ji bo navbeynkariyê ji Amerîkayê 10 milyar dolar xwestin