İHDê ji bo tîşortên ku ‘torosa spî’ li ser hatiye neqişandin daxuyanî da: Sûcê nefretê ye

.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şirnexê daxuyaniyek nivîskî ya çapemeniyê weşand û ji bo firotina tîşortên bi nivîsên "Torosa Spî" li ser malperên online ên wekî Trendyol û hepsiburada.comê bertek nişan da.

Platforma e-bazirganiyê Trendyolê, di bin navê "Otuken Online"ê de tîşortên ku wêneyê "Torosa Spî", "Nîşana Gurê Boz" û nivîsa "17 hezar kes çawa dikarin di torosek spî de bicih bibin?" li ser e, xistibû firotanê.

ÎHD ya Şirnexê ji bo tîşortan bertek nîşan da û got, "Rêzgirtina ji bo bîranîna windayan, şertê aştiya civakî û edaletê ye." Tîşortan bi awayekî online difiroşin.

İHDêr di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku "Torosên Spî" ne tenê amûrek in û wiha domand:

"Ew hêmaya serdemeke tarî ya dîroka vî welatî ye, ku bi hezaran kes bi zorê hatine windakirin û bi kuştinên nediyar hatine tunekirin. Firotina tîşortên bi vê sembolê ne tenê neexlaqî ye; di heman demê de sûcek nefretê ya eşkere ye ku êşa malbatên mexdûr ji nû ve geş dike û civakê ber bi nefret û dijminatiyê ve teşwîq dike. Berhemên weha li dijî mafên mirovan, aştiya civakî û serdestiya hiqûqê ye. Wekî Komeleya Mafên Mirovan, em em careke din bibîr dixin ku kuştinên faîlên wan nediyarin, windakirinên bi zorê û îşkence sûcên li dijî mirovahiyê ne. Ev sûc nikarin bibin mijara mîzah, nostaljî an qezenca bazirganiyê. Ji ber vê yekê, divê berhemên têkildar tavilê ji firotanê werin rakirin. Em ji raya giştî re radigihînin ku serlêdanên pêwîst dê werin kirin da ku li dijî kesên berpirsiyar, rêveberên marqe û platforman dest bi pêvajoya qanûnî bikin. Li ser vê axê tu hêma, tu berhemên bazirganiyê nikare sûcên li dijî rûmeta mirovan rewa bike. Rêzgirtina ji bo bîranîna windayan, şertê aştiya civakî û edaletê ye.”

Ev yek li ser medyaya civakî rastî nerazîbûnên mezin hatibû û bikarhêneran bi etîketa #TrendyolBoykot banga boykotkirina platformê û rakirina berhemê kiribûn.

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên