Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê ragihand ku ji ber zêdebûna tedbîrên ewlehiyê, jiyana li bajêr zehmet bûye.
ÎHDyê diyar kir ku ev rewş "maf û azadiyên bingehîn bi awayekî cidî bin pê dike" û da zanîn ku ev zext bi îmaja "bajarê geştyariyê" re li hev nake.
“Xalên kontrolê azadiya geştê asteng dikin”
Hevseroka Şaxa ÎHDyê ya Dêrsimê Nurşat Yeşîl li nêzîkî xala kontrolê ya li ser rêya Dêrsim-Pilûrê daxuyanî da.
Nurşatê amaje bi hebûna zêde ya hêzên ewlehiyê yên li bajêr kir û wiha got:
"Hebûna domdar a hêzên ewlehiyê di nav taxan û li ser rêyên gundan, mafê nepeniya jiyana taybet û azadiya geştê bi awayekî cidî bin pê dike."
Hevseroka Şaxa ÎHDyê ya Dêrsimê anî ziman ku danasîna Dêrsimê wekî "bajarê geştyariyê" û di heman demê de danîna berbestên beton û tedbîrên tund ên ewlehiyê nakokiyeke mezin e.
Nurşatê destnîşan kir ku ev rewş zererê dide xwezayî û aramiya civakî ya bajêr û got, "Em dizanin ku ev pêkanînên ewlehiyê yên tund, li ti cihe din ê welêt ewqasî berbelav nînin."
“Ewlehî bûye zext, rêjeya sûcan kêm nabe”
Hevseroka Şaxa ÎHDyê ya Dêrsimê diyar kir ku li ti devera din a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kontroleke ew qasî berbelav nîne û wiha pê de çû:
"Li vî bajarê ku xwedî nifûsa herî kêm e, tevî kontrola zêde jî bikaranîna madeyên hişbir, şerê kolanan, çekdariya takekesî û komên mîna çeteyan zêde dibin.
Ev yek nîşan dide ku ev pêkanîn ewlehiya civakî pêk naynin. Berevajî vê, mekanîzmayeke zext û kontrolê li ser civakê tê avakirin.
Em wekî Şaxa ÎHDyê ya Dêrsimê bi dilgiraniyeke kûr van binpêkirinan dişopînin."
ÎHD: Dawî li zextan bînin
Nurşatê di daxuyaniyê de fotokapanên li daristanan û kamerayên li ser rêyên gundan jî rexne kir û got:
"Zêdebûna hêzên ewlehiyê û xalên kontrolê, li şûna ku ewlehiyê zêde bike, zererê dide mafê jiyanê, hesta azadiyê û baweriya civakî ya xelkê.
Fotokapanên li daristanan, kontrolên rojane û hebûna zêde ya hêzên ewlehiyê xelkê dixe bin çavdêriyeke domdar. Ev yek atmosfereke bitirs û fikaran çêdike.
Mafê jiyanê, azadiya geştê û nepeniya jiyana taybet a xelkê Dêrsimê xetên sor ên bingehîn in.
Divê bi lez dawî li vê atmosfera zextê ya ku bi xalên kontrolê û kontrolên kêfî çêbûye bê anîn.
Em careke din teqez dikin ku divê li Dêrsimê mafên bingehîn bên parastin, serweriya hiqûqê bê misogerkirin û dawî li pêkanînên kêfî bê anîn."