ÎHD: 42 girtiyan canê xwe ji dest da

.

ÎHDyê di raporekê de ragihand sala 2023yan li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 42 girtiyan canê xwe ji dest daye.

Komîsyona Girtîgehên Anatolya Navîn a Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) encamên rapora xwe ya bi navê “Rapora Sala 2023yan a Girtîgehên Anatolya Navîn” bi daxuyaniyeke eşkere kir.

Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora binpêkirinên mafên girtiyên ên sala 2023yan belav kir.

Rapor li ÎHDya Enqerêyê ji aliyê Endama Encûmena Rêveber a Komeleya Mafên Mirovan Nuray Çevîrmenê û Hevserokê ÎHDyê Omer Faruk Yazamaci ve hat xwendin.

Li gorî raporê li girtîgehên Anatolya Navîn bi giştî 735 binpêkirinên mafan hatine tomarkirin û li girtîgehên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî herî kêm 42 girtiyan canê xwe ji dest daye.

“23 girtî ji ber nexweşiyan mirine”

Li gorî raporê sala 2023yan li girtîgehên Anatolya Navîn 7 girtiyan canê xwe ji dest daye û sedema mirina girtiyekî nehatiye zanîn, 3 girtî bi çekê hatine kuştin û girtiyek jî di encama bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Di raporê de hat ragihandin ku 23 girtiyan ji ber nexweşiyan canê xwe ji dest daye.

5 girtî piştî ku ji ber nexweşiyê hatine berdan li derve mirine.

10 girtî bi awayekî biguman canê xwe ji dest daye û hatiye îdiakirin ku 4 girtiyan jî dawî li jiyana xwe aniye.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de