Idlib…Rûsyayê êrîşî grubeke ser bi Tirkiyê kir: Bi dehan kes mirin

Li Bakurê Idlibê, di êrîşeke firokeyên Rûsyayê li ser leşkergeheke grûpeke ser bi Tirkiyê ve, nêzîkî 170 kesî hatin kuştin û birîndarkirin.

Li Bakurê Idlibê, di êrîşeke firokeyên Rûsyayê li ser leşkergeheke grûpeke ser bi Tirkiyê ve, nêzîkî 170 kesî hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên şer ên Rûsî êrîşî ser leşkergeheke Feyleq El Şam li çiyayê Diwêleyê li navçeya Harimê li bakurê Idlibê kir. Di encamê de zêdetir ji 78 çekdarî hatin kuştin û zêdetir ji 90 çekdarî jî birîndar bûn.

Rewangeh dibêje, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku birînên gelek çekdaran giran e.

Duhî ew leşkergeh ji aliyê firokeyên Rûsyayê ve hatiye bombebaran kirin. Grûpa Feyleq El Şamê jî li wê leşkergehê çekdar perwerde dikirin û tê de nêzîkî 180 çekdaran hebû.

Li Idlibê ku ji meha Adara bûrî ve agirbest bi serperiştiya Rûsya û Tirkiyê hatiye ragihandin, lê firokeyên Rûsî car caran êrîşên dikin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin