Îdlib û Hema hatin bombebarankirin

Artêşa Sûriyê bi giranî çend navçe li parêzgehên Idlib û Hemayê bombebarna kir.

Çend navçeyên parêzgeha Idlib û gundewarê Hema li bakurê rojavayê Sûriyê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hatin bombebarankirin û bi tenê li bajarokê Kefrenbul nêzîkî 20 kesan hatin kuştin.

Saziya Kumsipiyan a Opozisyona Sûriyê dîmenên bombebarankirina bajarokê Kefrenbul yê girêdayê Idlibê belav kiriye, ku têde xuya dibe ji ber êrîşan çend xanî wêran bûne/

Saziya Kumsipiyan herwiha daye xuyakirin ku herî kêm 20 kes di êrîşa hêzên hikûmeta Sûriyê bo ser Kefrenbul de hatine kuştin.

Di heman demê de jî, opzoisyonê ragihandiye ku çend bajarokên din ên Idlibê û gundewarê Hemayê jî ji aliyê firokeyên şer ên Artêşa Sûriyê ve hatine bombebarankirin. Ew navçeyên ku hatine bomebarankirin, di bin kontrola çekdarên Desteya Tehrîr el –Şam anku Cebhet el-Nusre ya berê, û çend aliyên opozisyona Sûriyê de ne.

(Wêne: AA)

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da