ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene

.

Hikûmeta Sûriyeyê li parêzgeha Îdlibê li dijî cîhadiyên biyanî, bi taybetî yên Fransiz operasyonek da destpêkirin û di navbera her du aliyan de şer û pevçûnên dijwar derketin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên Fransiz ên li Kampa Harimê yê Îdlibê asê mane û ji ber şer û pevçûnên bi hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê re banga alîkariyê dikin.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) jî ragihand ku li çoltera Îdlibê di êrişeke çekdarên nenas de 2 sivîl hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.

SANAyê diyar kir, “Kesên nenas ên bi motosîkletan li herêma Cebel el-Sumaqê êrişî otomobîleke sivîlan kir.”

"Kampa Fransizan bûye armanc"

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), di dema hewldana hikûmeta Şamê ya "girtina çekdarên Fransiz ên ku ji aliyê Parîsê ve tên xwestin" de, di navbera hêzên hikûmetê û cîhadiyan de şer û pevçûn derketine.

Kurê çekdarekî navdar ê Fransiz ê bi navê Cibrîl El-Muhacir ji AFPyê re got, "Şer û pevçûnan piştî nîvê şevê dest pê kir û hîn jî berdewam dikin."

SOHRê jî ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê li dijî "Kampa Fransizan" a li bajarokê Harimê yê rojavayê Îdlibê operasyoneke berfireh daye destpêkirin.

Hat diyarkirin ku ew kamp wekî keleha koma bi navê "Firqet el-Xureba" (Lîwaya Biyaniyan) tê zanîn ku ji aliyê cîhadiyê Fransiz ê bi eslê xwe Senegalî, Omer Omsen ve tê birêvebirin.

Li gorî SOHRê, armanca operasyonê ew e ku Omsen û kesên din ên ku ji aliyê Fransayê ve tên xwestin, bigirin û radest bikin.

SOHRê li ser bingeha çavkaniyên xwecihî ragihand ku di encama şer û pevçûnan de "di nav refên çekdarên biyanî yên Fransiz û hêzên ewlehiyê de gelek kuştî û birîndar hene".

Her wiha hat gotin ku gelek "cîhadiyên Fransiz" jî hatine girtin.

Polîtîkaya hikûmeta nû ya li hemberî çekdarên biyanî

Di daxuyaniyekê de ku li ser Xê belav bû û wekî daxuyaniya Firqet el-Xureba hat binavkirin, hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi hevkariya bi Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî (Fransa jî di nav de) re bi plansaziya tunekirina çekdarên biyanî hat tawanbarkirin.

Koalîsyona hêzên mixalefetê ya bi pêşengiya Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞ) û bi serokatiya Ehmed Şer (Colanî) dawî li desthilata Beşar Esed anîbû.

Li gorî SOHRê, Ehmed Şer di demên dawî de soz daye Fransayê ku "ew dê dawî li hebûna cîhadiyên Fransiz ên li Sûriyeyê bîne û wan radestî Parîsê bike".

Her wiha hat ragihandin ku Şer di serdana xwe ya hefteya borî ya Moskowê de, soz daye Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku ew dê çekdarên Rûs û Çeçen jî bi awayekî qonax bi qonax radestî Rûsyayê bike.

Rojhilta Navîn Haberleri

Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin
Xameneyî: "Danûstandina bi DYA re tu feydeyê nade me"