Îdîaya kameraya wesayîta zirxî ya Efe Tektekîn kuşt xirabûyî bû

.

Hat îdîakirin ku kameraya wesayîta zirxî ya li Efe Tektekîn 5 salî xist û kuşt xirabûyî bû. Midûriyeta Polîsan lişûna dîmenên aşkere yên cihê bûyerê, qeydên mobeseyê yên cihê bûyer lê xuya neke ji, dadgehê re şandin. 

4’emîn danişîna doza darizandina ajokarê maşîneya zirxî polîs Î.A yê di 11’ê Îlona 2019’an de li ser Cadeya Emek a Navçeya Rezan a Amedê zarokê 5 salî Efe Tektekîn perçiqand û bû sedema mirina wî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 

Polîsê bersûc û parêzerê wî, bi parastina polîsan ketin salona danişînê. Parêzerê malbata Efe Sedat Çinar, dayik û bavên Efe Nazime û Ahmet Tektekîn û ji parêzerên Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Parêzer Kubranûr Kartal di danişînê de amade bûn. 

ÎDÎAYA ‘KAMERA XIRABÛYÎ BÛ’

Şandeya dadgehê di danişîna derbasbûyî de, biryara da bû ku Miduriyeta Polîsan a Amedê wêneyên li cihê bûyerê hatibûn kişandin, qeydên mobesayê û qeydên kameraya wesayîta zirxî ji dadgehê re bişîne. Miduriyeta Polîsan li ser biryara dadgehê, wêneyên li cihê bûyerê hatibûn kişandin û qeydên mobesayê ji dadgehê re şandin û îdîakir ku kameraya wesayîta zirxî xirabûyî bû û ji ber vê qeydên wê neşandin.  

DAXWAZA PARÊZERÊ BERSÛC 

Parêzerê bersûc, di parastina kir de, îdîa kir ku muwekîlê wî bêsûce û xwest raporeke nû ya pispor derbarê bûyerê de bê amadekirin. 

DIMENÊN CIHÊ BÛYER NEŞANDIN

Parêzer Kubranûr Kartal a li ser navê Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê tevlî danişîn bû jî, parastinên xwe yên berê dûbare kirin û xwest mudaxilê dozê bibe.

Parêzerê malbata Efe Sedat Çinar jî, parastin kir û wiha got: “Qeydên mobesayê yên bi awayekê zelal cihê bûyerê nîşan didin hene. Lê Miduriyeta Polîsan ev qeyd ji dadgehê re neşandine. Baweriya me bi danayên Miduriyeta Polîsan nayê. Em dixwazin bê tespîtkirin ku kameraya wesayîta zirxî çi demê xirabûye. Em dixwazin şahidên bûyerê bên guhdarkirin.” 

BARO MUDAXILÊ DOZÊ BÛ. 

Şandeya dadgehê, daxwaza mudaxilbûna dozê ya Baroya Amedê qebûl kir. Şandeya dadgehê biryara berhevkirina delîlan ku di dosyekê de werin komkirin da û danişînê taloqî 27’ê Nîsanê kir.

Kurdistan Haberleri

Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê
Îsraîlê bersivand: Tirkiyeyê bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re rawestand?