Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive

.

Fransayê piştî ku hewldana wê ya ji bo civandina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya li Parîsê ji ber vekişîna Şamê bi ser neket, niha stratejiyeke nû dişopîne.

Li gorî îdiayên dawî, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron amadekariyan dike ku rasterast bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicive.

Ev pêngava dîplomatîk a nû, piştî betalkirina civîna berfireh a 14ê Tebaxê hat, ku tê de dihat payîn nûnerên hikûmeta demkî, HSD û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi aliyê Şamê re bicivin. Tê gotin ku vekişîna Şamê rasterast piştî zêdebûna kordînasyona di navbera Şam û Enqereyê de pêk hatiye, ku her du alî li dijî projeya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ne.

Beriya betalkirinê, Şamê hewl dabû ku civînê bikişîne paytexta xwe, lê ev pêşniyar ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû redkirin.

Armanca aliyên Rojavayê Kurdistanê ji Civîna Parîsê vejandina Biryara 2254ê ya Neteweyên Yekbûyî û destpêkirina pêvajoyeke siyasî bû ku rê li ber destwerdana hêzên herêmî bigire. Niha, hevdîtina rasterast a di navbera Macron û Ebdî de weke hewldaneke ji bo zindîhiştina vê armancê ya li ser qadeke navneteweyî tê dîtin, tevî ku Şam û Enqereyê dixwazin asteng jî bikin.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne