Hat îdiakirin ku Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer amaje pê kiriye, “Eger pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta Kanûn Pêşîn pêk neyê, dibe ku Tirkiye midaxeleyeke leşkerî bike.”
Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê bi pisporên Sûriyeyê yên navdar ên cîhanê re civiya.
Hat diyarkirin ku ji Tirkiyeyê tenê Dîrektorê Lêkolînên Umranê Omer Ozkizilcik vexwendî bûye.
Li gorî nûçeya Milliyetê, Ozkizilcik derbarê civînê ev agahî parve kirine:
“Şer gotiye ku piştî 60 salan dê Serokkomarekî Sûriyeyê beşdarî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe û ev yek qonaxeke nû ye.
Wî diyar kiriye ku Sûriye êdî beşek ji sîstema navneteweyî ye û bi cîhanê re entegre bûye. Şer aniye ziman ku Sûriye êdî ne welatek e ku madeyên hişbir, penaber û terorê îxrac dike, bazirganiya madeyên hişbir ji sedî 90 hatiye rawestandin û tevî ku pêvajoya avakirinê dest pê nekiriye jî milyonek penaberên Sûriyeyî vegeriyane.
"Em şer naxwazin"
Derbarê pirsên li ser dan û standinên bi Îsraîlê re gotinên wî gelekî zelal bûn: ‘Eger hûn dipirsin ka ez ji Îsraîlê bawer dikim an na, na, ez bawer nakim.’
Wî diyar kiriye ku êrişên Îsraîlê yên li ser avahiyên Serokkomariyê û Wezareta Parastinê wekî îlankirina şer bûne. Tevî vê yekê, wî gotiye ku ji bilî gihiştina rêkeftineke ewlehiyê ya bi Îsraîlê re ti şansê wan nîne û êabendbûna Îsraîlê ya bi vê rêkeftinê re pirsgirêkeke cuda ye. Wî got, ‘Sûriye dizane çawa şer bike lê êdî şer naxwaze.’
Mijara Siwêdayê
Wî diyar kiriye ku dema tenê 4-5 roj ji bo lihevkirina li ser mekanîzmaya ewlehiyê ya bi Îsraîlê re mabûn lê bûyerên li herêma Durziyan (Siwêda) derketine û ew bûyer wekî ‘xefkeke ku bi taybetî hatiye amadekirin’ bi nav kir.
Şer bal kişand ser daxwazên HSDyê yên ‘nenavendîtiyê’ û îşaret pê kir ku ji ber yasaya hejmar 107an a Sûriyeyê, welat ji xwe ji sedî 90 nenavendî ye.
Wî got ku civaka Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina sîstemên federal ne amade ye û hemû daxwazên bi vî rengî di rastiyê de veşartina cudaxwaziyê di bin pênaseyên cuda de ye.
‘Wekheviya Kurdan wek welatî prensîba min a sereke ye’
Ehmed Şer gotiye ku di hevdîtina xwe ya yekem de ji Mezlûm Ebdî re gotiye: ‘Eger tu ji bo daxwaza mafên Kurdan hatibî vir, qet zehmetiyê nekişîne. Wekheviya Kurdan wek’i welatiyên Sûriyeyê prensîba min a sereke ye. Ez ji te zêdetir girîngiyê didim mafên Kurdan.’
Her wiha gotiye ku bi rêkeftina 10ê Adarê re cara yekem rêyeke çareseriyê ya ku Amerîka û Tirkiye piştgiriyê didinê derketiye holê.
Lê wî îfade kiriye ku ‘hinek baskan di nav HSD û PKKyê de pêkanîna rêkeftinê sabote kiriye û wan pêvajo hêdî kirine.’
Wî destnîşan kir ku tevî banga Ocalan a ji bo fesixkirinê, HSD xwe ji pêvajoyê dûr dibîne û statukoya wê ya li bakurrojhilatê Sûriyeyê ji bo Tirkiye û Îraqê jî gefeke li ser ewlehiya niştimanî ye.
"Eger entegrasyon pêk neyê, dibe ku Tirkiye midaxeleyeke leşkerî bike"
Şer gotiye ku dema Esed hat rûxandin, wan Tirkiye îqna kiriye ku li dijî HSDyê operasyonê neke û şans bide dan û standinan û amaje pê kiriye ku ‘Eger pêvajoya entegrasyonê heta meha Kanûn Pêşîn pêk neyê, dibe ku Tirkiye ji aliyê leşkerî dest bi tevgerê bike.’"