Îbrahîm Xelîl Baran hat desteserkirin

Îbrahîm Xelîl Baran, Serokê Giştî yê Partiya Kurdistanî (PAKURD) ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Heta nuha di derheqê girtina Baran de tu agahdarîyên zêde tunene.

Îbrahîm Xelîl Baran, Serokê Giştî yê Partiya Kurdistanî (PAKURD) ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Heta nuha di derheqê girtina Baran de tu agahdarîyên zêde tunene.

Li gorî agahdariyên hêzên ewlekariya Tirkiyê îro li navçeya Pirsûsê (Suruç) ya girêdayîyê Rihayê ye bi ser mala Serokê Giştî yê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran girtin û ew desteserkirin.

Îbrahîm Xelîl Baran herî dawî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku “Polîs niha li mala min lêgerînê dikin û dê min desteser bikin.”

Heta nuha di derheqê girtina Baran de tu agahdarîyên zêde tunene.

Polîsan her weha avêtine ser mala rêveberê DBPê yê Rihayê Ali Kaya, rêveberê DBPê yê navçeya Xelfetiyê Ahmet Korkmaz û xwendekarên Zanîngeha Rihayê Reşit Ozturk, Garip Can û Sabri Turan jî û ew hatine desteserkirin.

 

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist