Huseyîn Çelîkê ku yek ji damezirênerên AK Partiyê ye rexne li helwesta Tirkiyeyê ya li beramberî Kurdan girtin û pirsî, “Çima dema Kurd dibin cîranê me problem çêdibe?”
Çelîk da zanîn ku “Parlamentoya Tirkiyeyê niha di serdema xwe ya herî bê bandor re derbas dibe” û got:
“Eger partî vegere ser mîhengên xwe, ez amade me laşê xwe deynim ber. Dema bi hêz dibin, rê li kesên jîr û bihêz digirin.”
Huseyîn Çelîk diyar kir ku wî heta 7 saliya xwe tenê bi Kurdî zanîbû û biland:
“Yekemîn zimanê ku ez ji dayîka xwe fêr bûme Kurdî ye. Di 7 saliyê de min dest bi dibistanê kir û min tenê pêyveke Tirkî jî nedizanî. Dayîka min xevnên xwe bi Kurdî dibîne, bi Kurdî diayan dike.”
Wî li ser doza Kurdan û înkarê jî anî zimên, “Pirsa Kurd ji destpêkê ve wek birînekê ye ku her xwîn jê diçe. Înkara zimanekî, înkara ayeteke Xwedê ye”
Çelîk li ser vê pêvajoya heyî diyar kirk u bandora Abdullah Ocalan ji ya Qendîlê pirtir e û diyar kir:
“Bi ya min Abdullah Ocalan di vê mijarê de ji Qendîlê jî pêşdetir e. Divê mirov ji zimanê vê proseyê jehrî bike dûr bisekine. Biratî bi gotinê nabe, divê hiqûqa biratiyê hebe.
PKK û pirsa Kurd ne yek tişt in, binêrin ez Kurd im lê tu caran nebûme PKKyî.”
Wî diyar kir ku helwesta Tirkiyeyê ya li bermaberî Rojavayê Kurdistanê ne rast e û got:
“Ez helwesta Tirkiyeyê ya li beramberî Rojava jî rast nabînim. Divê birayên me yên Kurd ji merhameta Îsraîl û Amerîkayê re neyên hiştin.
Çima dema Kurd dibin cîranê me problem çê dibe?
Kurd yek ji endamên eslî yên vê derê bûn, ji ber wê jî ne neçar in asîmîle bibin.”
Wî her wiha diyar kir ku AK Partî li gorî dema damezirîna xwe guheriya û got, “Divê AK Partî vegere mîhengên xwe yên dema damezirandinê.”
Huseyîn Çelîkê ku yek ji damezrênerên AK Partiyê ye û Wezîrê berê yê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê bû pirsên Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk bersivandin:
Rûdaw: Siyasetmedar û burokrat bi gelemperî dema ku karê wan ê siyaset û burokrasiyê bi dawî dibe ji Enqerê vedigerin bajarên xwe. Lê hun yek ji wan siyasetmedaranî ku hê li Enqerê dijî. We bi temamî dev ji siyaseta berda yan hun li benda çi ne li Enqerê?
Huseyîn Çelîk: Niha min ji siyasetê tovbe nekiriye helbet. Lê ez ne ew kesim im ku ji bo siyasetê jî xwe rabikşînim.Dz xwe ji bo siyasetê perçe perçe nakim. Bi rastî, di vî warî de tu hewldanek min tune. Lê eger şert û merc sibê biguherin, dibe ku ev bibe. Ez naxwazim tiştekî bibêjim ku min girêbide. Ji ber vê yekê, wekî min got, ez binivîsên xwe bi gotin û karên xwe û çalakiyên xwe her di nava siyasetê de me. Lê heke mebest parlamenterî û siyaseta aktîf be na. Serdema çûyî de ji gelek partiyên ku niha li parlemenê ne daxwaz kirin ku bibim berbijêrê wan. Lê min ew bi temamî red kir. Sedem jî ev bû ku min nexwest li parlementoyeke ku bê bandor û lawaz be bibim kertikek bê tesîr. Ji ber ku parlementoya Tirkiye niha di serdema xwe ya herî bê bandor re derbas dibe. Ji ber wê min nexwest bibim beşek ji vê mekanîzmayê.
Rûdaw: Lawaziya parlemenê ku hun behsê dikin, di warê demokrasî, azadî, mafên mirovî û herwekîdin de rê li çi vedike?
Huseyîn Çelîk: Lawaziya parlementoyê dibe sedema ku îradeya gel van pirsgirêkan çareser neke. Niha, wekî hûn dizanin, sîstemên rêveberî, yasadanîn û dadwerî ji bo demokrasiyan pir girîng in. Ger sîstemên qanûndanîn û dadwerî di destê desthilata rêveber de bin, di destên takekesî de bin an jî di bin kontrola wê ya mutleq de bin, li wir ne mimkûn e ku meriv behsa demokrasiyeke rastîn bike. Prensîba cûdahiya hêzan ji bo demokrasiyan pir girîng e. Ger prensîba veqetandina hêzan tune be, navê te demokrasî be jî, ev mîna wê ye ku ji mirovekî ehmeq re bêjin jîr, ev tiştekî lê zêde nake.
Rûdaw: Dema ku hun di li Ak Partiyê di nava siyaseta aktîf de bûn jî hun di fikra we ew bû gelo û we ew nêrîna xwe dianî zimên?
Huseyîn Çelîk: Ez her tim di heman fikrê de bûm.Tiştek heye ku hinek derdor hesabê wê nakin. Hinek dibêjin ma wextê ku hun li nava siyasetêbûn we çima ew tişt nedigotin? Ez wextê ku li ser erkê xwebûm jî min di civînên lijneya wezîran de heman tişt digotin. Li civînên rêveberiyên navendî min heman tişt digotin. Min di hemû civînên pewendîdar de nêrîna xwe bi eşkereyî ji hemû mihatabên xwe re jî digot.
Rûdaw: Tevî vê helwesta we ya rexnegir, teklîfek bo we were hun dê qebûl bikin gelo? Eger hat hun dê qebûlkin?
Huseyîn Çelîk: Ez bitekezî bibêjim; Di hevdîtinekê de min ji cenabê serokomar re got, 'Ger partî vegere mîhengên xwe yên destpêkê, ez amademe ku ne tenê destê xwe lê laşê xwe jî bidim ber lêhiyê. Wî jî got, ‘çiye ew mîhengên destpêkê ku hun hemû behsa wê yekê dikin?’ Min got ez yek ji wan 10 kesan im ku bi destên xwe bernameya Ak Partiyê nivîsî ye û ez hemûyê jî ezbere dizanim. Ez îdia dikim ku ew bename yek ji yên herî demokrat ên cîhanê ye’. Eger Ak Partî vegere wan krîter û pîvanên xwe yên destpêkê ez her tim bi kêf û coş amade me da li siyasetê vegerim. Lê wekî min got, ew di bernameyê de tiştên pir xweş nivîsandî ne. Lê eger helwesta we ewbe ku hun li cîhaneke din dijîn, wê demê rengê her tiştî diguhire.
Rûdaw: Çi bû ku ji wê bernameya herî demokratîk Ak Partî hat vir?
Huseyîn Çelîk: Her tişt bi demê re diguhere. Min berê jî di bernameyên cûrbecûr de gotibû. Lîderên li Tirkiyeyê pirsgirêkek weha dijîn. Dema ku lîder qels in an jî têra xwe bihêz nînin, ew li gorî lîyakat û jêhatîbûnê xwe bi mirovên bihêz dorpêç dikin. Lê gava ku lingên wan digihîjin erdê û bihêz dibin, rê li kesên derdora xwe yên bihêz û jîr digirin, serê wan mirovên bihêz yek bi yek jê dikin, û prensîba wî ya lîyakat û jêhatîbûnê bi prensîba dilsozî û îtaeta mutleq ve tê guhertin. Dema ku em li dîroka welêt dinêrin jî her wisa bûye. Siltan Ebdulhemîd di despêkê de dora wî bi kesên jîr, zana û xwedan tecrûbe tije ye. Wî jî rêz li wan digir. Lê paşê hûn dibînin ku serê wan hemû mirovên bihêz hatiye jêkirin, û li şûna wan kesên ku şelafiyê dikin û firexan dialêsin li dora xwe kom kirine. Li Mustafa Kemal binêre, berî damezrandina komarê, di dema têkoşîna neteweyî de, ji Rauf Orbay bigire heta Kazim Karabekîr, ji Alî Fuat Cebesoy bigire heta Rafet Bele, ji Alî Saip Sabit Paşa bigire heta Çerkez Ethem, ji Halide Edip Adivar bigire heta Adnan Adıvar, hûn sed kesan dibînin ku li dora wî ne. Lê paşê yek ji wan namîne. Ji ber ku me jî heman pêvajo jiyaye, wekî min got, mixabin ev yek jî pirsgirêkêke erdnîgariya me ye. Ev ne taybetiyeke AK Partiyê ye jî.
Rûdaw: Hun xemgîn yan xeyîdî ne gelo, yan jî hun hesta xwe çawa rave dikin?
Huseyîn Çelîk: Çawaye tu zanî? Weke tu bexçeyekeî lêkî û bi gulan bixemilînî lê paşê hinek werin wan gulan bi striyan biguhirînin. Ê wê demê meriv xemgîn dibe helbet.
Rûdaw: Em vegerin ser çîroka we ya kurdayetiyê. Weke kesekî ku di nava dewletê de gihîştiye qonaxên bilind, kurdayetiya we çi anî serê we?
Huseyîn Çelîk: Binêrin ez tekeziyê li tiştekî bikim. Min jiyana min li dibistanên ku tu bi şev jî lê dimînî derbas bû. Dibistana seretayî, ya navendî, li dibistana mamostetiyê wiha bû. Paşê zanîngehê destpêkir. Li zanîngehê jî ez li dibistanên bi mêvanxane mam. Paşê ji bo xebatên akademîk ez çûm derveyî welêt. Çûm Brîtanya. Dema ku ez ji malê veqetiyam ez hê 7 salîbûm. Dema ku ez vegeriyam malê ez 33 salîbûm. Yekemîn zimanê ku ez ji dayîka xwe fêr bûme Kurdî ye. Di 7 saliyê de min dest bi dibistanê kir min tenê pêyveke tirkî jî nedizanî. Min ji sifirê ve destpêkir. Dema ku hevalên min fêrî matematîk û zanistê dibûn, ez fêrî tirkî dibûm. Lê ez hîna jî bi dayîka xwe re bi kurdî diaxivim. Ji ber ku zimanê ku dayîka min herî baş pê dizane kurdî ye. Dayîka min xevnên xwe bi kurdî dibîne. Bi kurdî dia dike. Helbet tirkî jî zane lê zanîna wê ya tirkî bi qasî zanîna min ya kurdî ye. Ji ber wê dayîka min dikare halê xwe bi kurdî baştir rave bike. axaftina min bi wê re eger kurdî be ew bêhtir maqûl û însanî ye. Ji ber wê pê re kurdî qise dikim. Dibêjin ‘de çi bûye kekê min, kurd dibin parlementer, dibin wezîr, dibin serokwezîr heta serokomar jî’ ew tarîfeke klasîk e lê nizanin ku kurd tenê bibe kurd.
Rûdaw: Di nava vê tecrûbe û serencema we ya siyaset, wezaret û burokrasiyê de hîç tiştek bû ku ji ber kurdbûna we dilê we bimîne yan hun hest pê bikin ku cihêkarî li we bû ye?
Huseyîn Çelîk: Nexêr. Min di partiya Dogrû Yolê de dest bi parlementeriyê kir.Di nava wê partiyê de kesên ji derdorên cûda û kesên bi taybetmendiyên cûda hebûn. Ulkucu jî hebûn, lîberal jî hebûn. Di nava partiyên rastgir ên navendî de pir rengî û pirdengiyek hebû. Ji ber wê ez rastî tu nêzikahiyeke cihêkar nehatim. Nayê bîra min ku ez ji ber kurdbûna xwe bi tiştekî hatibim êşandin. Ji xwe di nava Ak Partiyê de tiştên wisa qet tunebûn. Lê dema ku ez bûm wezîrê Çan û Kultur û pişt re bûm wezîrê Perwerdeyê netewperestên kemalîst û ên din gelek tişt bo min gotin. Eger wan bidî ser hev 25 dosye jê derdikevin. Gelekî rexne li min dikirin û ez aciz dikirim. Li dixwazim tiştekî dupat bikim, li ser rûyê dinê kesek nîn e ku herkes jê hezbike. Hezretî Elî dibêje ê ku herkes jê hezbike, minafiq e.
Rûdaw: Ew demên dibistanan û xwendekariya we ya ewil tam wextê asîmilasyonê ye jî. Piştî ku hun bûn Wezîrê Perwerdeya Netewî we di derbarê asîmîlasyon û perweredeya bi zimanê dayîkê de hest bi çi kir. Bo rawestandina asîmilasyonê di dilê we de çi derbas dibû?
Huseyîn Çelîk: Ne ku tenê di dilê min re derbas bû em li serv ê ketin nava liv û tevgerê jî. Binêrin hin tişt hene gav bi gav dibin. Di êngilizî de pêyva ‘Steb by step’ heye. Divê wisa be. Wextê ku ez wezîrê çand û tûrîzmêbûm jî wextê ku ez wezîrê perwerdeya netewîbûm jî me gav avêtin. Lê ew girêdayî demokratbûna Tirkiye ne. Mixabin dema ku komar tê avakirin, bingeha wê li ser nêrîneke netewperest tê danîn. Teza me ya dîrokî jî li ser netewperestiyê hatiye avakirin. Rêveberiya wê demê, bi hinceta serhildana Şêx Seîd qanûna ‘Takrîrî Sukun’ derxist û hemû îtiraz ji holê rakirin. Bi kulm û tundî welat birêve bir. Di heman demê de asîmîlekirineke cidî jî destpê kir. Tevî ku bi sedan sal bi hev re jiya ne, bi hev re sîngê xwe dane ber hemû tofan û geşedanan, ew cûdakarî hatiye kirin lê dîsa jî tercîha herdû aliyan bûye pêkevejiyan. Di dema têkoşîna netewî de kurdan digel birayên xwe yên kurd cî girtine. Di şerê yekem ê cîhanê de pêk ve têkoşiyane. Bo mînak dema ku Şerîf paşa diçe digel ermenan hin daxwazan ji kurdan dike, piraniya pêşengên kurdan dibêjin ‘na em bi hezaran sal in digel birayên xwe yên tirk jiya ne. Em mensûbê heman olêne, qubleya me yek e û em dê bi wan rebin’. Lê piştî sala 1925an bi Qanûna Takrîrî Sukun, serhildana Şêx Seîd weke hincet tê bikaranîn û hebûna kurdan tê înkarkirin. Pişt re jî asîmîlasyoneke bir cîdî destpê dike. Li hemberî ên ku vê yekê qebûl nakin jî faaliyetên îmhakirinê yên cidî dikevin meriyetê. Yanê polîtîkaya asîmîlasyon û ya îmhakirinê bi hev re têne meşandin û pişt re jî me bi hev re dît ku çi çêbû. Ji ber wê, pirsa kurd ji despê keve weke birînekê ye ku her xwîn jê diçe. Doh jî wiha bû, îro jî wiha dewam dike û divê tekez û tekez ew pirs bigihîje çareseriyekê. We gava din behsa zimanê dayîkê kir ha. Ji bo derxistina qanûnan di vê mijarê de, ji bo vekirina qursan û dersên bijarte de me gelek ked da. Ewana ji xwe ber nebûn. Helbet ne ku ez dixwazim ji vir bo xwe çîrokeke qehremaniyê biafirînim. Lê yên ku zanin dizanin ku em bo vê çiqas têkoşiyane. Ez ne tenê bo kurdan jî têkoşîm. Her zimanek, ayeteke xwedê ye. Heke hun zimanekî înkar bikin, hun ayeteke xwedê înkar dikin.
Rûdaw: Beriya ku em derbasî proseya nû bibin, proseya aştiyê ya çûyî çima neçû serî?
Huseyîn Çelîk: Rêgirin karên bi xêr her tim zêde ne. Him di nava dewletê de him di nava PKKê de yên ku nedixwestin ew prose biçe serî gelekbûn. Ez bi avayekî vekirî bibêjim. Di proseya yekem ya çareseriyê de du tişt hebûn. Yek; digotin ewê tilî ji tilîkêşê bêne kişandin. Du; digotin ewê hemû çekdarên PKKyî derkevin derveyî Tirkiye. Rast e? Pişt re jî ewê pêşeng û kesên aqilmend têketina dewrê. Eger mijar aliyê yasayî be ew, aliyê destûrî hebe destûrî, aliyê kulturî hebe kulturî. Dê hemû ew babet bihatana gotûbêjkirin. Lê PKK konên propagandayê vedan li her derê. Rabû daîreyên bacê danîn. Baj ji xelkê hate stendin.Rabûn rê birîn. Başê jî rabû li hin navçeyan cebilxane kom kir. Yanê ew endamên PKK yên çekdar li şûna ku herin derve, hatin li Sûrê bi cîbûn. Li Cizîrê bi cîbûn. Li Silopya, Şirnex û Farqînê bi cîbûn. Di nava dewletê de jî hin derdor hebûn ku nedixwestin ew kar biçe serî weke ku îro jî hene. Ew herdû helwêstên provokatîf alî bûn yek û prose neçû serî.
Rûdaw: Îro jî ên ku naxwazin hene gelo û kî ne?
Huseyîn Çelîk: Helbet hene. Ez pêşî bo we behsa yên PKKê bikim. Bi ya min Abdullah Ocelan di vê mijarê de ji Qendîlê jî pêşdetir û ji yên li Ewropa jî pêşdetir û xwedî xwestek dibînim. Ew ji hinekên ku li Ewropa gelekî pêşdetir e. Ez naxwazim navên wan bidim li hinekên ku li Brûkselê rûniştî ne dibêjin, ‘Ev kar xefik e’. Yên ku li Qendîlê ne gotin ‘Serok tê xapandin’. Bireyê min madem ku ewqasî bi hêsanî tê xapandin ew çawa dibe serokê we? Ew tiştekî gelekî komîk e. Ji ber wê îro jî kesên ku dixwazin proseyê sabote bikin hene. Divê ew derfet bo wan neyê dayîn. Divê ji zimanê ku vê proseyê bijehrîne meriv dûr bisekine. Niha li Tirkiye yên ku zarokên xwe di vî şerî de jidest dane hene. Dayîkên şehîdan hene. Gazî hene, malbatê gaziyan hene. Divê tu dilê wan neşkînî. Li hêla din dayîk, bav, xwîşk û birayên yên ku di nava PKKê de jiyana xwe jidest dane hene. Heke hest nekevin pêşiya aqil û aqil bikeve pêşiya hestan wê Tirkiye vê carê vê mijarê çareser bike. Çawa ku cûdahiyên me yên takekesî nabin sedema şer, divê cûdahiyên civakî jî nebin sedema şer. Divê ewên ku her tim dibêjin, ‘Di van rojan de ku pêdiviya me herî zêde bi biratiye heye’ nebêjin werin û weke min bibin û bibin cokek tenê.
Rûdaw: Gelo Devlet Bahçelî îflasa vê polîtîkayê dît?
Huseyîn Çelîk: Devlet Bahçelî jî ev yek dît û herkesî dît. Tiştê wiha nabe. Demokrasî ne ew tişt e ku bêje, ‘Lê belê’ ew mantiqeke meydanxwaz e. ne ku bêjî ez yan tu. Divê tu bêjî ez û tu. Divê em bêjin him tu him jî ez. Tenê pêyvek e lê girîng e. nabe ku em bêjin, ‘Yan tu yan ez’. Ez dubare bêjim, binêrin em bi hezaran sal e bi hev re dijîn. Em dibêjin em birayê hev in ne? Biratî bi gotinê nabe. Divê hiqûqa biratiyê hebe. Eger hiqûqa biratiyê tunebe bi gotina biratiyê biratî nabe. Em bira ne lê gelo em divê weke Habîl û Kabîl bibin bira yan weke Yûsif û Bunyamîn. Em dê weke Mûsa û Harûn bibin bira? Ew tiştekî girîng e. Eger em birayê hev in divê tişta pêwîst bo hiqûqa biratiyê bê kirin. Ew jî welatîbûneke destûrî û wekhev e.
Rûdaw: Çi ye ew? Bo mînak pênaseya ‘netew’ê di destûrê de divê biguhire?
Huseyîn Çelîk: Hezar û yek corên wê hene. Hemweletîbûna komara Tirkiye tiştekî din e. Bo mînak têrmeke Brîtish heye ne li Brîtanya. Baş e bo Scotlendiyan dibêjin îngiliz. Nabêjin. Baş e Galerî dibêjin ku em îngiliz in, qet nabêjin. Îrlandî dibêjin em îngîlîz in na. Lê hemû bi hev re dibêjin em Brîtish in. Eger îradeya we hebe hûn dê vê bikin. Ez bo vê proseyê bi eşkerayî bêjim: Ez ne xweşbînekî romantîk im. Ez kesekî bi ihtiyat heta piçekî bi endîşe me. Astengdarên tiştên bi xêr gelek dibin. Di nava dewleta me de jî gelek kesên ku dixxwazin bibin astengî hene. Ez weke kesekî ku hemû hucreyên dewletê ji nêz ve nasdike dibêjim. Lê şansê herî mezin yê vê proseyê ev e: Aliyên şerker, yanê PKK û MHP dixwazin bibin aliyên çareseriyê û bo vê jî gelekî bi israr in. eger rewş wiha be ez gelekî xweşbînim bo çareseriyê. Eger em xeyalên xwe nekin pêşiya bîranînên xwe em dê nikaribin tu aştî û tu çareseriyan pêk bînin. Eger em xwe bispêrin bîranînên xwe, me her yekî gelek bîranînên bi êş hene. Gelek bîranînên dayîkên şehîdan hene, bîranînên bi êş ên gaziyan hene. Bîranînên bi êş ên endamên hêzên leşkerî, hêzên polîsan hene. Gelek bîranînên bi êş ên malbatên PKKyîyan jî hene. Wê demê divê em xeyalên xwe bidin axaftin. Ji bo komisyona ku li parlemenê bê avakirin jî behsa vê prensîbê hatiye kirin. Ew gelek baş e. Gotine ne ku emê li ser rabirdûyê biaxivin, em dê li ser pêşerojê biaxivin. Ew girîng e bi ya min.
Rûdaw: Lê nêrînek jî heye ku dibêjin bêyî rûberûbûn aştî nabe?
Huseyîn Çelîk: Heke hun bi tiştên neyênî destpê bikin hun nikarin tu gavan bavêjin. Niha eger em atmosfereke baş pêk bînin rê vedibe. Behsa komisyonên heqîqetê dikin, behsa komisyona rûberûbûnê tê kirin, behsa gundên ku hatine şewitandin tê kirin û nizanim çi. Eger hun bikevin nava van tiştan hun dê nikaribin li pêşerojê binêrin. Tiştekî din: PKK û pirsa kurd ne yek tişt in. Binêrin iz Kurd im. Lê tu caran nebûme PKKyî. Nebûme DEM Partîyî û Abdullah Ocelan jî serokê min nîn e. Lê ew jî beşek in di mijara pirsa kurd de. Helbet. Binêrin ez weke rojnamegerekî ji we dipirsim. Niha li Tirkiye çiqas kurd hene?
Rûdaw: 30 milyon.
Huseyîn Çelîk: Başe 30 milyon kurd dike 20 milyon dengdêr ne?
Rûdaw: Rast e
Huseyîn Çelîk: Ji 20 milyon dengdêr 4 milyon û 800 hezar kes deng dane DEM Partiyê. Bila 5 milyonbin. Baş e ew 15 milyonên din bi ku ve çûne. Ji ber wê yekê pirsa kurd û Dem Partî yek tişt nîn in. DEM Partî aliyekî mijarê ye. Aliyekî siyasî yê mijarê ye. Niha tiştekî din jî heye. Bi ya min xala ku devlet û PKK li hev nekirine mijara Rojava ye. Belê. Niha eger hun mijara Sûriye bikin xala esasî ya vê mijarê, hun nikarin bimeşin. Divê em pêşî nava mala xwe paqij bikin. Di vê navê de, ez vê jî bêjim ku helwesta Tirkiye ya li hemberî rojava jî ez rast nabînim. Eger hun dixwazin di navbera Ehmed El Şara, desthilata navendî û HSD û Rêveberiya Xweser de weke birayekî mezin tevbigerin, nabe ku li hember yekî bi hestên dijminane lê li hember yekî din jî bi hestên dostane tevbigerî. Li wê maseyê tu nikarî bibî hakem. Raste ku tiştên ku Tirkiye aciz dikin hene. Raste ku di hin xalan de Tirkiye mafdar e helbet. Lê dijminatiyeke giştî ne rast e. Ez tiştekî pir bi qîmet dibînim. Eger ku em bi hezaran sal in li ser vê axê bi hev re dijîn, eger ku tirk û kurd bi hev re şanaziyê bi Selehaddînê Eyûbî dikin, eger ku tirk u kurd li stenbolê bi hev re dijîn, Antalya bi hev re par ve dikin, Konyayê bi hev re par ve dikin û bi hev re dijîn, tiştekî dîrokî li milet û dewleta tirkiye diveke. Ew jî ew e ku birayên me yên kurd ji merhameta Îsraîl û Emerîkayê re neyêne hiştin. Belê. Niha Emerîka destê xwe davêje Kurdên Rojava, belê. Baş e Îsraîl jî destê xwe davêje, erê. Niha binêrin, eger ku hun mirovan bê çare bihêlin, wê demê ew dê ji rêyên cûda bigerin. Bo mînak ez ji bo tiştekî li Îranê jî gelekî êşiyam. Îran rejîmeke berbat e. Hed û hesabê zilma ku Îranê bi kurdan kiriye ne diyar e. Ez wê dizanim. Lê bi ya min li kurdan nayê ku di heman demê de ku Tehran dihate bombebarankirin, hinek kurdan rabûn piştgiriya Îsraîlê kirin. Rast e Îranê bi sedan sal zilim li azeriyan kiriye. Bi sedan sal zilim li kurdan kiriye û dike jî. Ew jî asîmîlasyona kulturî dimeşîne. Ez helwêsta îranê bi tu awayê rast nabînim. Niha binêrin. Tirkiye gelek dijberiya wê yekê dikir ku rêveberiya Kurdistana İraqê jî bê damezrandin. Wê demê gelek dijberî hebû. Dijminatiyek hebû heta gelek kesên bi bandor di nava dewletê de, avakirina Rêveberiya Herêma Kurdistanê weke sedema şer dinirxandin. Ê çi bû? Binêr îro ji sedî 70yî bazirganiya bi İraqê re, digel Hewlêrê tê kirin. Niha hema bêje tu kêşeyeke Hewlêr û Tirkiye nîn e. Bakurê İraqê niha mutefîkê me ye. Gurcu dibe cîranê me problem çênabe. Ermen dibe cîranê me problem çênabe. Rûs dibe cîranê me problem çênabe. Rûmên Qibris nabin problem. Yewnan nabin problem. Bûlgar dibin cîranên me problem çê nabe. Kekê min çima dema ku kurd dibin cîranê me problem çêdibe?Divê em bi vî awayî li mijara Rojava binêrin. Binêrin, ew kurdên ku niha li Sûriye bê nasname ne, piraniya wan ji ber şemaqa ku ji komara tirkiye xweribûn di wextê xwe de derbasî Sûriye bûn. Bila kes xwe nexapîne. Ji ber wê yekê li wir in. Tu dinêrî li Akçakaleyê gund kirine du beş. Nexşeyên me bi rastkêşan hatin diyarkirin. Sykes Picot bi serneket lê sînor bi awayekî fiîlî li gor wê hatin kişandin. Ji ber wê, eger em destê dostanî û biratiyê dirêjî kurdên li Bakurê Sûriye bikin û kesên problem jê derxin û bi yên maqûl re bidin û bistînin em dê karibin biratiya ku me bi bakurê İraqê re avakiriye bi bakurê Sûriyere jî avabikin. Ji ber wê ez dixwazim dupat bikim. Tişta ku li miletê Tirk û dewleta Tirk dikeve ku wan bi sedan sal ji ola Îslamê re pêşengtî kirine ew e ku ku birayên me yên kurd li Sûriye ji merhameta Emerîka û Îsraîlê re nehêlin. Eger dê destebiratî bi kirin, eger dê wek birayê mezin tevbigerî divê helwest biguhire. Tişta ku divê Tirkiye bike ev e.
Rûdaw: Ji bo vê tabloya ku hun behsê dikin pêdivî bi veguhezîneke gelekî cidî ya civakî, siyasî û kulturî heye ku ew nîzema heyî jî ji nû ve bê damezrandin. Îro dema hun li rewşê dinêrin şert û mercên vê guherîna mezin hene gelo?
Huseyîn Çelîk: Eger hun oksîjena hiqûq û demakrasiyê zêde bikin, ew mer hene. Tu ne neçar î ku di destûrê de bêjî heqê çerkezan, heqê kurdan û filan û bêvan. Destûra bingehîn peyman e ma ne? Eger hun pênaseya netewî nekin serê mijarê, meseleya ol û mezhebê nekî problem û li ser bingeheke hîqûq pênaseyeke hemwelatîbûnê bikî wê demê problem namîne. Helbet her tişt ji nişkê ve çareser nabin. Divê civak jî hinekî hînî vê yekê bibe.
Rûdaw: Hun helwêst û beşdarbûna birêz Erdogan ya di proseya nû de çawa dibînin?
Huseyîn Çelîk: Ya rast bi min piçkî ecêb bû beriya ku birêz serokomar înîsiyatîfeke wiha li xwe bigire, birêz Bahçelî rabû ew înîsiyatîf wergirt. Min li hin bernameyan jî ew rewş rexne kir. Lê eşkereye ku hin avantajên vê yekê jî hene. Ji ber ku aliyê ku herî zêde îtiraz dikir MHP bû. Divê em hin avantajên wê jî bixin nava hesêb. Birêz Serokomar hinekî bi ihtiyadî nêzikî meseleyê dibe. Lê ez di wê baweriyê de me ku Ak Partî jî ewê di dawiya dawîn de ji bo çareseriyê erka xwe bi cî bîne.
Rûdaw: Ew demek e ku beşek ji dengdêrên kurd ji Ak Partiyê dûr ketine. Gelo bandora tifaqa bi MHPê re di vê mijarê de çiqas e?
Huseyîn Çelîk: Bandoreke zêde bi vê heye. Ne tenê ew jî helbet. Min berê jî li gelek cîhan ew tişt got. Ak Partî dema ku hate avakirin, ji bo ku li ser navê milet, digel dewletê siyasetê bike hate avakirin. Ev yek min bixwe bi destê xwe nivîsî di bernameyê de. Li ser navê milet, digel dewletê siyasetkirin. Ak Partî weke partiya milet hat avakirin. Lê bi sîstema serokomariyê ya desthilatê û serokomarê partîyî re Ak Partî bû dewlet bixwe. Dewletbûna partiyê û partîbûna dewletê ew dê bibe dawiya we. K^jan partî veguhezîbe partiya dewletê, di dawiya dawîn de têk çûye. Ji ber wê Ak Partî divê vegere mîhengên xwe yên dema damezrandinê. Partiya milet Ak Partî eger van kêşeyan çareser bike û li li sîstema parlementeriyê vegere baştir dibe. Divê sîstemek hebe ku serokomar ne ji tu partiyan be.
Rûdaw: Nîqaş ji bo destûreke nû jî têne kirin. Bi ya we di destûra nû de divê kurd bi kîjan mafên xwe cî bigirin?
Huseyîn Çelîk: Him di destûrê de û him jî di yasayan de. Niha hinek dibêjin eger hun behsa wê bikin ewê Başnak jî rabin, arnavut jî rabin nizanim filan û bêvan jî rabin bêjin ka mafên me. Problem nîn e. di navbera herdû tiştan de ferqekeke bingehîn heye. Car caran ji min re dibêjin, ‘birayê min ma Arnavut jî hatin gurcî jî hatin filankes û bêvankes jî hatin û entegre bûn. Raste ew hemû hatin. Ji Abhazan, ji Adige, ji Îngûşê ji Osetê, ji Ûbikê rabûn hatin û entegreyî civaka tirkan bûn. Dibêjin çima kurd nabin. Bavê min binêrin ewên ku hin dibêjin hemû penraberbûn. Yan ji ber şerê Osmanî û Rûsan di sala 1828an de hatine yan ji ber şerê Kirimê hatine yan ji ber şerê yekem ê cîhanê hatine yan jî bi mubadeleyê hatine. Dema ku ew hemû xelk hatin Tirkiye, heta dema ku Tirk ji Asya Navîn rabûn hatin, kurd li vir niştecîbûn. Yanê kurd li cihekî din ranebûn nehatin. Kurd yek ji endamên eslî yên vê derêbûn. Ji ber wê jî ne neçar in ku asîmîle bibin. Ne asîmîlebûna xwebexşane jî we nikarî bi zorê jî asîmîle bikin. We ew yek dît di ewqas salan de. Ji ber wê eger kesek nexweze asîmîle bibe tu çima bi zextê rabî asîmîle bikî?
Binêrin me cihêkarî li yên ne misilman minişe, me cihêkarî li kurdan kiriye. Me cihêkarî li elewiyan kiriye. Me cihêkarî li yên mitedeyîn û misilman jî kiriye. Niha gelek tişt hene ku divê em ji bo elewiyan bikin. Divê birayên me yên elewî xwe di bin cûdakariyê de nehîsin. Di mijara kurdan de gelek gav di dema Ak Partiyê de hatine avêtin. Divê meriv neheqiyê neke. Gelek gav hatin avêtin lê hê gelek gav hene ku divê bêne avêtin.
Ji ber wê jî demokratîkbûneke gelemperî, hiqûq û dewleteke demokratîk divê. Eger ne tu heta êvar jî bêjî em komar in ma çi ye. Tew xwezî bi komara te. Eger komara we ne komareke demokratîk be, komareke teokratîk be, totalîter û otorîter be, komareke burokratîk be yan jî sosyalîst be, qisûrê nemînin lê tu maneya wê nîn e. Dixweze bila monarşî be dixwaze bila komar be. Eger hiquq hebe, demokrasî heme li wê derê jiyan jî dibe.
Rûdaw: Di rewşa heyî de li Tirkiye dabeşbûneke cidî jî heye bi taybetî di navbera CHP û desthilatê de. Di vê pêvajoyê de ku nezelalî heye bê ka hilbijartineke pêşwext dê bibe yan na û çi diguhire çi naguhire. Ew nezelaliya hanê dê çi tesîrê li proseyê bike?
Huseyîn Çelîk: Ew hemû tişt, dijberê proseya aştiyê ne ku em behsa wê dikin. Bo mînak dema ku bêjin de werin em destûreke nû çêkin, partiya sereke ya opozisyonê ewê bêje ma hun pabendî destûra heyî nabin. Eger beşdarî vê proseyê nebe jî destûreke nû zehmet e. herkes vê yekê dizane. Di vir de pêdivî bi xaleke pêbaweriyê heye. Heta ku ew tansiyon danekeve, deriyên diyalogê venebin û heta ku em hevûdin famnekin, aqlê xwe nexin pêşiya hestên xwe em dê nikaribin destûreke ku layîqî me ye jî çêbikin. Derdê me ne ew e bê ka di destûra bingehîn de çi dinivîse. Hinekî ev der (Hiş) pêwîst e. Careke din dibêjim. Divê hest nekevin pêşiya aqil. Aqil divê li pêşiya hestan be. Binêrin problema herî mezin ya îttihatçiyan çibû tu zanî. Ew xayîn filan nebûn. Îtihatçiyan hestên xwe xistin pêşiya aqil ji ber wê împaratoriyeke mezin têk birin.
Rûdaw: Hun polîtîka û helwêsta siyasî ya DEM Partiyê çawa dinirxînin bi taybetî jî piştî destpêka proseya nû û dan û standinên heyî?
Huseyîn Çelîk: Ez hevalên ji DEM Partiyê gelekî bi xîret dibînim. Li gora xwe ew jî hin tiştan dikin lê gelo divê wiha be? Ez bixwe nabêjim ku DEM Partî partiyeke kurdan e. Bo mînak hun ji bo MHP dibêjin partiya tirkan? Na hun nabêjin. Çima? Li ser tirkitiyê jî siyasetê dike.
Kekê min, her partî, DEM jî MHP jî divê bibin partiyên Tirkiye. Ji ber wê ez bixwe Selehaddîn Demîrtaş bêhtir pîroz dikim. Di wexta Demîrtaş de potansiyela wan ya dengan zêdetir bû ji sedî 13yî. Di hilbijartinên dawîn de DEM Partiyê ji sedî 5ê dengan bidest xist. Ew tê wê maneyê ku DEM Partî jî divê careke din li xwe vegere. Ew kurdên ku berê dengên xwe didan Ak Partiyê çûn Yenîden Refah û CHP filan. Baş e ew kêmasiyeke Ak Partiyê ye. Lê DEM Partî jî divê xwe jî bide ber rexneyan. Divê ew jî bêjin ka me li ku xeletî kir. Eger mihasebeyeke wiha bike ewê li ser zemîneke baştir bimeşe.
Rûdaw: Eger hat û ew veguhezîna siyasî gihîşt encamekê û şer bi dawî bû û aştî pêk hat, wê demê ji bo we jî ew rê vedibe gelo ku hun di nava DEM Partiyê de siyasetê bikin?
Huseyîn Çelîk: Weke min gotî ez bixe kesek im ku li rastgiriya navendî cîh digirim. Problema DEM Partiyê yek tenê nîn e. DEM jî hemû ew derdora PKKê jî ji fikrike Marksîst Lenînîst tên. Herî kêm xwe weke sosyalîst pênase dikin. Ew ne li gorî min e. Rêya min di wir re derbas nabe.
Rûdaw: Gelekî spas ku we ev dema xwe ji me re vewetand
Huseyîn Çelîk: Ez spas dikim û qewet be ji we re.
RÛDAW