Hûrgiliyên peymana Şam û HSDê; Ji vekişîna hêzan heta vekirina rêyan

.

 Desteya Operasyonên Artêşa Sûriyeyê eşkere kir ku, piştî civîna bi nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re li Hesekeyê, lihevkirin li ser destpêkirina bicihanîna qonax bi qonax a peymanan çê bûye, ku vekişîna hêzan ji bajaran û lezandina pêvajoya tevlihevbûnê vedigirin.

Desteya Operasyonên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê duhî (În, 6ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyekê de hûrguliyên civînê û gera meydanî ya hevpar bi nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re li parêzgeha Hesekeyê eşkere kir.

Li gorî ragihandina Desteya Operasyonan, şandeyeka payebilind a wê desteyê ligel hejmareka efser û fermandarên artêşa Sûriyeyê hevdîtinek bi nûnerên HSDê re kiriye.

Piştî wê hevdîtinê, wan bi hev re geşteka meydanî ji bo çend dever û cihên cuda cuda li parêzgeha Hesekeyê kiriye, ku bi gotina wan, "jîngeheka erênî serdest bûye".

Desteya Operasyonan armanca sereke ya civîn û gera xwe ya meydanî ji bo "destpêkirina bicihanîna meydanî ya peymana di navbera dewleta Sûriyeyê û HSDê de" vegerandiye. Amaje jî da ku, her du alî li ser qonaxa demkî ya bicihanîna bendên wê peymanê di çend rojên bê de gihîştine lihevkirinê.

Di derheqa naveroka wê peymanê û pêngavên kiryarkî de, Desteya Operasyonên Artêşa Sûriyeyê ron jî kir ku ew peyman van xalan vedigire:

- Vekişîna hêzan ji deverên sivîl bo xalên leşkerî yên diyarkirî.

- Vekirina rêyan û rakirina astengiyan.

- Hevahengî û alîkarî di pêvajoya pûçkirina mînan de.

- Lezandina pêvajoya tevlihevkirinê di navbera hêzan de.

Ev pêngav wekî werçerxaneka girîng di têkiliyên di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de tê dîtin, bi armanca zêdetir tenahiyê li deverên Rojavayê Kurdistanê.

Kurdistan Haberleri

Rêzdar Şaho Teyîb, Rêvebirê Giştî yê Sazîya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragehandinê
Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin