Hûrgilîyên kuştina Qasim Suleymanî hatin ragihandin

Hûrgilîyên kuştina fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê, Qasim Suleymanî û çend berpirsên Heşda Şeibî hatin ragihandin.

Navenda Nûçeyan- Îro danê sibê hat ragihandin ku fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê, Qasim Suleymanî û cîgirê fermandeyê Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Mihendis li Bexdayê hatine kuştin.

Li gorî agahîyan, ew êriş derdora saet 02:00 û li nêzîkî firokexaneya Bexdayê li dijî çend otomobîlên Heşda Şeibî hatibû kirin.

Di nav wan otomobîlan de Ebû Mehdî Mihendis û çend berpirsên din yên Heşda Şeibî hebûn ku bo pêşwazîkirina Qasim Suleymanî çûbûn firokexaneya Bexdayê.

Li gorî agahîyan, Qasim Suleymanî ji Lubnanê derbasî Bexdayê bibû. Piştî ku ew dixwazin ji firokexaneya Bexdayê derkevin, rastî êrişa mûşekî tên.

Tê gotin ku di wê êrişê de ji bilî kuştina Suleymanî û Ebû Mehdî Mihenedis, herî kêm 10 fermande û çekdarên Heşda Şeibî jî hatine kuştin ku yek ji wan zavayê Ebû Mehdî Mihendis e.

Paşê hat gotin ku ew êriş ji alîyê firokeyên bê pîlot yên Amerîka ve hatîye kirin.

Tê gotin ku ji ber êrişê cenazeyên Suleymanî û Ebû Mehdî Mihendis û kuştîyên din perçe perçe bûne. Bi rêka gustîlkê cenazeyê Suleymanî hatîye nasîn lê cenazeyê yên din hîn nehatîye naskirin.  

Basnews

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da