Hunermendên Dêrsimî Seyîd Riza bi kilaman bi bîr anî

.

 Seyîd Riza, kurê wî Reşik Husên û hevalên wî li Dêrsima Bakurê Kurdistanê hatin bibîranîn.

Ew 15ê Çiriya Paşîn a 1937an li parêzgeha Xarpêtê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve hatin bidarvekirin.

Hunermendên Dêrsimî di salvegera bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de, li Qada Seyîd Riza kom bûn û bi kilaman ew bi bîr anîn.

Ji bilî gelek kesan Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî beşdarî çalakiya bibîranîna Seyîd Riza bû.

Xelkê bi xemgînî û kovan guhdariya kilaman kir.

Hunermendên Dêrsimî dibêjin ji bo bûyerên salên 1937-38an neyên jibîrkirin lidarxistina bernameyên bi vî awayî girîng in.

Komkujiya Dêrsimê ya 1937-38an

88 sal berî niha Komara Tirkiyeyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê komkujieyeke mezin li dijî Kurdan kir.

Roja 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyeyê biryara “Tevgera Sirgûnkirin û Cezakirina Dêrsimê” (Tunceli Tenkil Harekâtı) hat dayîn û di çarçoveya wê biryarê de Komkujiya Dêrsimê hat kirin.

Li gorî amarên fermî di komkujiyê de 13 hezar û 160 kes hatin kuştin û 11 hezar 818 kes hatin sirgûnkirin.

Rêberê serhildanê Seyîd Riza û hejmarek kesayetiyên navdar ên Dêrsimê 15ê Çiriya Paşîn a 1937an li Xarpêtê hatin bidarvekirin.

Li gorî agahiyan hejmara kuştî, sirgûn û gundên hatin wêrankirin ji amarên fermî gelekî zêdetir in.

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê