Hunermendê Sûriyeyî bi îşkenceyan hat girtin

.

 Vîdeoyeke ku li ser torên civakî belav bûye, nîşan dide ku stranbêjê neteweyî yê Sûriyî Omer Xeyriyê ji bajarê Babê yê bakurê Helebê, di dema girtina xwe de rastî êrîş û heqaretên giran tê.

Dîmenên ku tên texmînkirin ji hêla endamên saziya ewlehiya giştî ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hatine kişandin, eşkere dikin ku Xeyrî rastî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk hatiye; porê wî hatiye jêkirin, wêne li ser rûyê wî hatine xêzkirin, û ew neçar kirine ku ji bo serokê HTŞyê  Ehmed Şera stranbêjiyê bike.

Ev bûyerê di nav raya giştî de, bi taybetî li ser platformên civakî, bertekên tund bi xwe re anîn.

Bikarhêneran û çalakvanan daxwazên lezgîn ji bo bidawîkirina binpêkirinên li dijî sivîl û hunermendan bilind kir, û tekez kirine ku paşxaneya siyasî divê neyê bikaranîn ji bo rewakirina tundûtûjî û îşkenceyê.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne