Human Rights Watch: Hikûmeta Îraqê sizayê sêdaredana neqanûnî berfireh kiriye

.

Rêkxistina “Human Rights Watch”ê Hikûmeta Îraqê bi wê yekê tometbar dike ku “sêdaredana neqanûnî di sala 2024ê de berfireh kiriye”, herwesa daxwaz ji desthilatdarên wî welatî kiriye ku sizayê sêdaredanê bi temamî helweşîne.

Rêkxistina “Human Rights Watch”ê di dawî raporta xwe de Hikûmeta Îraqê bi wê yekê tometbar kiriye ku “sêdaredana neqanûnî” di sala 2024ê de berfihtir kiriye, bi awayekî ku dadgehên Îraqê di dema çend salên borî de gelek biryar bi tometa terorê derxistine û bi sedan kes bi tometa terorê siza dane û fermana sêdaredanê jê re derxistiye û ew siza li ser wan sepandiye jî, ku lez di hejmamreke wan de hatiye kirin û hejmareke din jî li jêr givaştin û eşkenceyan itîraf kiriye.”

“Human Rights Watch”ê tekez jî kir, “Hikûmeta Îraqê bi awayekî berfireh sêdaredana neqanûnî zêdetir kiriye û di sala 2024ê de bi temamî zêde bûye.”

Rêkxistina navbirî pêdivî jî zanî ku daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kiriye, bi lez sepandina sizayê sêdaredanê bidawî bîne, xasma ku nêzî heşt hezar kesan li benda bicihanîna wî sizayî ne.

K24

Kurdistan Haberleri

Partiyên Kurd ên li Fransayê: Em li Rojava li hemberî sûc û êrîşan bêdeng namînin
PDK-Bakurê dozvekirina li dijî 11 endamên PWKê şermezar kir
Li Silêmaniyê êrişî kampa Komeleyê hat kirin
Asayîşê li Helebceyê operasyonek kir: 22 DAIŞî hatin desteserkirin
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): PWKyî Ji Ber Çalakîya Roja Alaya Kurdistanê Têne Darizandin