HTŞ û komên çekdar rêkeftin

Desteya Tehrîr El-Şam, anku Eniya El-Nusre ya berê, pêşketinên zêde li parêzgeha Idlibê bi dest dixe.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Çarşemê Desteya Tehrîr El-Şam rêkeftin ligel çend grûpan çekdar îmze kiriye ku li gor wê çekdarên Desteyê dest danîne ser piraniya deverê.

 

Li gor heman çavkaniyan, niha Desteya Tehrîr El-Şam dest daniye ser ji sedî 75ê deverên ku ne di jêr desthilata hikûmeta Sûriyê de ne.

 

Ew dever li parêzgeha Idlib, rojavayê Helebê, bakurê Hemayê û rojhilatê Laziqiyê ne.

 

Herwiha Desteya Tehrîr El-Şam hejmara çekdar û hêzên xwe li derdora her du bajarên Erîha û Mi`eret el-Noman kom dike û egera êrîşa ser her du bajarên navborî jî heye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin