HTŞ: Em dest ji çekan bernadin

Baskê El Qaîdê yê li Sûriyê El Nûsrayê ku navê xwe weke Heyet Tahrîr el Şam guhertiye di derbarê rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dest ji çekan bernadin û dê ‘cîhad’ a xwe berdewam bikin.

Heyet Tahrîr el Şam ku ji El Nûsra û 8 rêxistinên din ên cîhadîst pêk tê, di derbarê rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê ya li ser Idlibê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew wan deverên di destê xwe de radestî rejîma Sûriyê nakin, çekên xwe na deynin û heta dawiyê dê şerê rejîma Sûriyê bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê ‘cîhad’ a xwe heta dawiyê bimeşînin û hat gotin ku ji ber gotûbêj û îstîşareyên wan ên li gel komên Bakûrê Sûriyê wan daxuyaniya xwe dereng belav kirine û wiha hat gotin, “divê rejîm bê rûxandin, girtiyên di zîndanên rejîmê de bên berdan û koçber hemû vegerin cihên xwe”.

HTŞê di daxuyaniya xwe de red kir ku ew ê çekan deynin û xwe weke, ‘parastvanên mafên Sunneyan’ pênase kir û di derbarê çekdarên biyanî de jî got, ‘em ji wan in û ew jî ji me”.

HTŞ got ku ew pesnê hewldanên siyasî yên ji bo bergiriya Idlibê didin û got ku artêşa Sûriyê di hewlên xwe yên hatina bo Idlibê bi ser nakeve.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"
Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê