HSDyê li ser kuştina leşkerên Sûriyeyê daxuyanî da

.

 Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku îdiayên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê yên li ser kuştina 2 leşkeran a ji aliyê HSDyê ve “nerast in” û bûyer ji ber teqîna mayînan çêbûye.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li derdora Bendava Tişrînê xaleke leşkerî bombebaran kiriye û di encamê de 2 leşker hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.

HSDyê di daxuyaniya xwe de agahî red kirin û got:

"Em wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi awayekî teqez piştrast dikin ku ev agahî nerast in û hêzên me li herêma navborî ti operasyon pêk neanîne.

Li gorî amarên meydanî yên di destê me de, bûyer di encama teqîna mayînan a li derdora xala leşkerî ya hikûmeta Şamê de qewimiye û ti pêywendiya hêzên me pê re nînin.

Em pêbendbûna xwe ya bi prensîba gurnekirina aloziyan û parastina aramiyê li herêmên temasê û berdewamiya hewldanên niştimanî yên ji bo rûbirûbûna gefên ku ewlehiya xelkê dikin hedef, ducare dikin.

Em bangî dezgehên medyayê dikin ku rastiyê lêkolîn bikin, xwe bispêrin çavkaniyên pêbawer û vegotinên nerast ên ku rewşê aloz dikin an raya giştî dixapînin, belav nekin."

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê