Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê bajarokê Eyn Îsayê li dijî şaneyên DAIŞê operasyoneke ewlehiyê ya hevpar pêk anîn.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku Hêza Komandoyan a HSDyê, bi beşdariya Hêzên Operasyonan û Hêzên Dijî Terorê yên girêdayî Hêzên Ewlehiya a Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarokê Hîşê û derdora wê ya li rojhilatê Eyn Îsayê, li bakurê parêzgeha Reqayê, "operasyoneke berfireh û bi baldarî plankirî" pêk anî.
HSDyê da zanîn ku hêzan karîbûn derbeyeke giran li şaneyên rêxistina DAIŞê û endamên çalak ên li herêmê bidin.
HSDyê eşkere kir ku di operasyonê de 71 kes hatine girtin, di nav wan de kesên girêdayî rêxistina DAIŞê, endamên şebekeyên tawana organîze yên ku talan, dizî û bazirganiya madeyên hişber dikin, her wiha kesên ku beşdarî çalakiyên têkdana ewlehiya herêmî û gefxwarina li ser ewlehiya sivîlan bûne hene.
HSDyê amaje bi wê yekê kir ku ev pêngav di encama plansaziyeke îstixbaratî ya hûr û şopandineke meydanî ya berdewam de hatiye avêtin û armanc jê têkbirina binesaziyên rêxistinî yên li herêmên di bin kontrola HSDyê de bû.
Li gorî daxuyaniya HSDyê hêzên beşdarî operasyonê bûne dest danîne ser gelek çek, cebilxane û madeyên ku ji bo pêkanîna kiryarên tundûtûjî û terorê dihatin bikaranîn, ev yek jî bû sedema lawazkirina şiyana van şaneyan a zererdayîna ewlehî û aştiya civakî.
HSDyê her wiha got ku hêzên wan û hêzên beşdar tekez dikin ku dê şopandina endamên wan rêxistinan li gorî rêgezên operasyonên ewlehiyê, bi awayekî ku ewlehiya sivîlan biparêze bidomînin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de tekezî li ser berdewamiya karê meydanî û îstixbaratî ji bo şopandina endamên DAIŞê û têkbirina şebekeyên tawana organîze yên ku li ser hesabê can û mal û milkên welatiyan geş dibin hat kirin.