HSDyê daxwazên Barrack red kirin

.

 Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack daxwaz kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Reqa, Dêra Zorê, Hesekê û Tebqayê vekişe û çekên xwe radest bike. Wî her weha daxwaz kir ku çavkaniyên xwezayî û deriyên sînor ên li van herêman radestî hikûmeta Şamê werin kirin.

Nûnerê HSDyê Sîhanûkk Dîbo ragihand ku wan ev daxwaz red kirine. Dîbo diyar kir ku niyeta HSDyê ya çekberdanê tune ye ji ber ku ew plan dikin ku gav bi gav tev li artêşa Sûriyeyê bibin.

Dîbo got, "Me bi Amerîkayê re tu nakokî tune. Her weha di navbera DYA û HSDyê de hevahengiyeke baş heye."

Her weha wî zêde kir ku HSD dê pêşwaziya hilbijartinên Meclîsa Gelê Sûriyeyê bike heger di navbera aliyan de lihevkirinek çêbibe.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne