Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya şerê li dijî DAIŞê ya sala 2025an eşkere kir.
HSDyê ragihand ku di nava salekê de şaneyên DAIŞê 220 caran êriş kiriye û di operasyonên bersivdayînê de 140 endamên wê rêxistinê hatine girtin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya operasyonên ewlehiyê û leşkerî yên sala 2025an ên li dijî şaneyên DAIŞê ji raya giştî re belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên wan di çarçoveya berpirsyariya parastina aramî û ewlehiya herêmê de, stratejiyeke parastinê ya berfireh meşandiye da ku rê li ber vegera DAIŞê bigire û çavkaniyên wê ziwa bike.
"163 operasyon hatin kirin"
HSDyê diyar kir ku di sala 2025an de hêzên wan bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi sedan operasyonên taybet, serdegirtin û şopandina şaneyên veşartî pêk anîne.
Li gorî daxuyaniyê, di encama van xebatan de torên lojîstîk hatin têkbirin, stargehên rêxistinê hatin rûxandin û wan dest daniyee ser gelek çek û teqemeniyan beriya ku li dijî sivîl û saziyên fermî bên bikaranîn.
Bîlançoya şerê li dijî DAIŞê ya 2025an
Navenda Ragihandinê ya HSDyê amarên fermî yên salane bi vî rengî rêz kirin:
Hejmara operasyonên HSDyê: 163 operasyonên ewlekarî û leşkerî (3 jê operasyonên paqijkirinê yên berfireh bûn).
Biserdegirtina stargehan: 128 caran.
Pevçûnên rûbirû: 32 caran.
Endamên DAIŞê yên hatin girtin: 140 kes.
Endamên DAIŞê yên hatin kuştin: 13 kes (3 ji wan serkirde bûn).
Teqemeniyên hatin pûçkirin: 79.
Hejmara êrişên DAIŞê: 220 caran.
Li gorî daneyan, ji sedî 70yê êrişên DAIŞê li deverên gundewarî, ji sedî 20 li bajar û bajarokan û ji sedî 10 jî li ser rêyên sereke pêk hatine.
Hevkariya bi Koalîsyonê re
HSDyê tekez kir ku tevî bipaşveçûna şiyanên rêxistinê, DAIŞ hîn jî gefeke ewlehiyê ye û hewl dide ji valahiya ewlehiyê sûdê werbigire.
Di daxuyaniyê de spasiya pişgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) hat kirin û hat gotin:
"Hêzên me piştgiriya berdewam û bibandor a Hevpeymaniya Navneteweyî bilind dinirxîne, çi di asta hevahengiya operasyonan de be çi jî di warê teknîkî û îstixbaratî de.
Ev hevkarî di xurtkirina hewlên hevbeş ên li dijî terorê de faktoreke girîng e."
HSDyê her wiha destnîşan kir ku ji bo rêlibergirtina vegera DAIŞê divê sedemên bingehîn ên wekî tevliheviya ewlehiyê ya li deverên din ên Sûriyê jî bên çareserkirin.