HSDyê bersiv da Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red kir ku wan ava Îstasyona "Babîr"ê ya li gundewarê rojhilatê Helebê qut kiriye û ragihand ku hikûmetê bi xwe berê stasyon topbaran kiriye û niha mijûlî "manîpulasyonê" ye.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê bersiv da Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê.

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê îdia kiribû ku bi fermana HSDyê ava Stasyona Babîrê hatiye birîn.

"Ev îdia ne rast in"

HSDyê di daxuyaniya xwe de îdiayên hikûmetê derewand û got:

"Ev îdia ne rast in û di çarçoveya pêngaveke manîpulasyonê ya organîzekirî de ne ku wekî amûreke sorkirinê tê bikaranîn."

HSDyê her wiha eşkere kir ku xebitandin û veguhastina avê ya li Îstasyona Babîrê li derveyî çarçoveya karê hêzên wan e.

"Hikûmetê bi xwe topbaran kiribû"

Di beşeke din a daxuyaniyê de HSDyê hêzên hikûmetê tohmetbar kirin û wiha pê de çû:

"Hikûmeta Şamê bi xwe berê çend caran bi topbaranê îstasyon kiriye hedef.

Niha jî dixwaze berpirsyariya encamên kiryarên xwe bixe stûyê aliyên din."

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin