Çavkaniyeka payebilind ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) eşkere kir: “Di çarçoveya bizavên ji bo gihîştina lihevkirina dawiyê li gel Şamê de, HSD lîsta navên zêdetirî 70 fermandar û berpirsên xwe pêşkêşî Hikûmeta Sûriyeyê kirine, da ku di rêveberiya nû de postên îdarî û leşkerî bi wan bên dan û niha jî li benda bersiva dawiyê ye.”
Civîn û plana têkilkirinê
Li gorî zanyaran, meha borî du civînên girîng li Şamê hatin lidarxistin, ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî tê de amade bû, encamên wan civînan berhemdar hatin wesifandin û tê de li ser vedîtina çareseriyeka guncayî ji bo têkilkirina dezgehên HSDê bi dezgehên fermî yên dewleta Sûriyeyê re lihevkirinek hat kirin.
Rewşa Dêrazor û Reqayê
Li ser mekanîzma bicihanîna wê lihevkirinê li Dêrazorê, biryar e ku encûmena leşkerî ya Dêrazorê bibe pareka artêşa Sûriyeyê, bi wî şertî ku ew taybetmendiya xwe biparêze û pileyên leşkerî yên fermî bi fermandarên wê bê dan. herwesa encûmena sivîl a wî bajarî jî dê di nav encûmena wê parêzgehê de bê bişavtin û berpirsên HSDê dê postên îdarî werbigirin.
Wê çavkaniyê amaje jî da ku, eynî senaryoyê ji bo bajarê Reqayê jî heye, lê hîn jî li ser navê wê pêvajoyê duberekî heye, HSD wê wekî nenavendîtiyê dibîne û Şamê jî li ser vê termê şîroveyên xwe hene.
Guhertinên Destûrî
Di pareka din a wê hevfêmkirinê de, ku li ser bingeha peymana 10ê Adarê ya di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Serokê HSDê Mezlûm Ebdî de hatiye danan, hikûmet razî bûye ku daxuyaniya destûrî biguherîne. Ev guhertin jî bi merema binecihkirina du xalên sereke ne: a yekê misogerkirina tevlîbûna siyasî ya hemî Sûriyeyîyan di serdema piştî nehêlana Esed de; a duyê jî itîrafkirina fermî bi civaka Kurdî wekî pareka resen a dewleta Sûriyeyê.
Herwesa ew di nav peymanan de, mijarên birêvebirina deriyan, çavkaniyên xwezayî, vegera awareyan û redkirina parvebûna welatî jî hene.
Asoya nîqaşan
Piştî vegera Mezlûm Ebdî ji Herêma Kurdistanê, şandeka bilind a Rêveberiya Xoser ji bo temamkirina nîqaşan, fermanadariya HSDê ji bo temamkirina nîqaşan serdana Şamê dike. Fermandarê HSDê di çarçoveya tevlîbûna di Korbenda MEPSê de li Dihokê tekez kir ku, Sûriye ji bo sîstema navendîtiyê ya caran venagere û tevî ku nîqaş hêdî derbaz dibin, lê pêngavên binecih diavêje û pêşbînî ji bo zêdetir pêşkeftinan heta dawiya îsal tên kirin.