HSD: Zelalîyek di rêkkevtina navbera Amerîka û Tirkiyê de tuneye

Bepireseke Civata Surîya Demokrat, dibêje: Ne zelalîyek di rêkkvtina di navbera Amerîka û Tirkiyê de heye derbarê avakirina devera aram.

Bepireseke Civata Surya Demokrat, dibêje: Ne zelalîyek di rêkkvtina di navbera Amerîka û Tirkiyê de heye derbarê avakirina devera aram.

Endamê Desteya Serokatîya Civata Surya Demokrat, Besam Îshaq ji kenaleke Erebî re ragehandîye, ku zanîyarî yên wan li ser rêkkevtina Tirkiyê û Amerîkayê derbarê navçeya aram li bakûra Suriyê ne temamin û hêj hinek ne zelalî di wê rêkkevtinê de heye.

Li gor axivtinên wî, ew rêkkevtin gaveke baş bû, ji bo dûrxistina deverê ji şereke nû û delîveyeke jî bo destpêkirina gotûbêjên sîyasî.

Herweha Îshaq gotîye: Li gor wê rêkkevtinê gerên hevpişk di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de, dê mîna gerên wan bin yên li Minbicê encam didin û tenê hêzên Tirkiyê li wê deverê nabin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan
Tom Barrack: Divê herêm pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
Serok Barzanî: Nabe ku çarenivîsa Kerkûkiyan bibe qurbaniya bazarên gumanbar
Fraksiyona PDKê: Em dest ji mafên neteweyî yên Kerkûkê bernadin
Koçka Spî: Gera nû ya danûstandinan li Îslamabadê birêve diçe