Serokkomariya Sûriyeyê ragihand ku di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li ser paşeroja parêzgeha Hesekê têgihiştineke hevpar pêk hatiye û dê HSD namzedan ji bo postên bilind pêşkêş bike.
Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Sûriyeyê, lihevkirin hatiye kirin ku 4 rojan dem bidin HSDyê da ku ji bo danîna planeke hûrgilî ya ji bo mekanîzmaya tevlîkirina herêman bişêwire.
“Artêş nakeve bajar û gundên Kurdan”
Serokatiyê diyar kir, di egera lihevkirinê de, hêzên Sûriyeyê nakevin navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê û dê li derdora wan bimînin.
Paşê dê li ser dema tevlîbûna aştiyane ya parêzgeha Hesekê û Qamişloyê bê gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin, "Hêzên leşkerî yên Sûriyeyê nakevin gundên Kurdan û li gorî rêkeftinê ji bilî hêzên ewlehiyê yên xwecihî yên ji zarokên herêmê, ti hêzên çekdar li wan gundan namînin."
Postên payebilind ji bo HSDyê
Serokkomariya Sûriyeyê eşkere kir ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî dê ji bo çend postên girîng namzedan diyar bike:
- Namzedek ji bo posta Alîkarê Wezîrê Parastinê.
- Namzedek ji bo posta Parêzgarê Hesekê.
- Navên nûneran ji bo Parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel).
- Lîsteya kesên ku dê di saziyên dewletê de bên tayînkirin.
Tevlîbûna leşkerî û sivîl
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du aliyan li hev kiriye ku hemû hêzên leşkerî û ewlehiyê yên HSDyê di bin banê wezaretên parastin û karên navxwe de bên yekkirin û gotûbêj li ser hûrgiliyan didomin.
Her wiha saziyên sivîl jî dê tevlî hikûmeta Sûriyeyê bibin.
Biryarnameya 13an û mafên Kurdan
Serokkomariya Sûriyeyê ragihand ku dê "Biryarnameya Jimare 13" a têkildarî mafên ziman, çand û welatîbûnê yên Kurdan were bicîhanîn.
Hat diyarkirin ku bicîhanîna vê têgihiştinê dê îşev ji saet 20:00an ve dest pê bike.