HSD û Şam dîlan bi hev diguherînin: 490 kes hatin berdan

.

Di çarçoveya pevguhertina dîlan de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 90 dil berdan û Hikûmeta Sûriyeyê jî 400 dîlên HSDyê berdan.

Birêvebiriya Ragihandinê ya Hisîçayê (Hesekê) ya ser bi Hikûmeta Sûriyeyê ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nûnerê Serokatiya Sûriyeyê Ziyad El Ayiş û şandeya pê re gihîştine Foca Milêbiyeyê ya li gundewarê Hisîçayê.

Armanca wan ew e ku çavdêriya berdana karwanî sêyem ê dîlên li cem Şam û HSDyê bikin.

Ev pêngav wekî cîbicîkirina peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an tê kirin.

400 dîlên HSDyê tên berdan

Birêvebiriya Ragihandinê ya Hisîçayê îro da zanîn ku 90 dîlên ku HSDyê ew berdane gihîştine herêma Milêbiyeyê ya li gundewarê Hisîçayê.

Li aliyê din, karwanê sêyem ê dîlên HSDyê ji nêzîkî 400 dîlan pêk dihat.

Ev karwan gihîşt bajarê Hisîçayê da ku bi girtiyên di destê HSDyê de werin bihevguhertin.

Lîsteya navan hat eşkerekirin

Di heman çarçoveyê de, Birêvebiriya Ragihandinê ya Hisîçayê lîsteya navên 90 dîlên ku ji zindanên HSDyê hatine berdan eşkere kir.

Birêvebiriyê diyar kir ku ev yek bi hewl û çavdêriya tîma serokatiyê pêk hatiye.

Li gorî zanyariyên Birêvebiriya Ragihandinê ya Hisîçayê, karwanê sêyem ê dilên HSDyê gihîşt Pira 47an a li gundewarê Hisîçayê.

Amadehî tên kirin da ku ew dîl di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de bi temamî werin berdan.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

270 hezar koçberên Şingalê hîna li benda vegera malên xwe ne
Mohsen Rezayî: Trump cara sêyem e xiyanetê dike
Gelo Pêşmerge dê tevlî artêşa Îraqê bibin?
Bloomberg: Li Kuweytê ji ber ketina parçeyên mûşeka Îranê çend Amerîkayî birîndar bûn
NATO: Em dê alîkariya Pêşmergeyan bikin