HSD: Tevî agirbestê jî Şam êrişî Kobanî û girtîgeha DAIŞiyan dike

.

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku tevî peymana agirbestê jî komên çekdar ên girêdayî Şamê êrişên xwe yên li Kobanî û Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê didomînin.

HSDyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di heman dema topbarankirina Girtîgeha Eqtanê de ku çekdarên DAIŞê lê ne, wan koman êrişî derdora bajarokê Sirînê û gundê Xirûsê yê li başûrê Kobaniyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, di êrişan de çekên giran û top hatine bikaranîn.

Topbarana dijwar li gundewarê Kobaniyê

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevahiya gundewarê başûr û başûrrojavayê Kobaniyê rastî topbaraneke dijwar hatiye û di dema amadekirina vê raporê de jî topbaran berdewam dike.

HSDyê dîmenên ku ji aliyê hesabên wan komên çekdar ve hatine belavkirin û topbarana li başûrê Kobaniyê nîşan didin, li daxuyaniya xwe zêde kirine.

“Agirbest tê binpêkirin”

HSDyê destnîşan kir ku ev yek binpêkirina agirbestê ye ku du roj in li pey hev dubare dibe.

Li gorî daxuyaniyê, tenê doh 22 binpêkirinên wan koman hatine tomarkirin ku di nav de êrişên li Kobanî, Hisîça û Girtîgeha Eqtanê hene.

Siyaseta cezakirina bikom

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bal kişand ser rewşa mirovî jî û ragihand ku Şam siyaseta "cezakirina bikom" didomîne.

HSDyê diyar kir, "Av û elektrîka bajarê Kobaniyê qut kirine û di vê zivistana dijwar de rê nadin ku sotemenî derbas bibe.

Di heman demê de ava Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê jî qut kiriye ku ev yek gefeke rasterast e li ser jiyana girtiyan û encamên mirovî yên metirsîdar bi xwe re tîne."

Banga li welatên garantor

Hêzên Sûriyeya Demokratîk Şamê wekî berpirsyara van binpêkirinan nîşan da û tekez kir ku hedefgirtina deverên niştecihbûnê û cihên hesas, bi taybetî girtîgehên DAIŞiyan, gefeke mezin e li ser ewlehî û aramiyê.

HSDyê bangî welatên garantor kir ku demildest tedbîrên bibandor bigirin da ku van binpêkirinan rawestînin û cîbicîkirina agirbestê misoger bikin.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin