HSD, MSD û Rêveberiya Xweser: Ji bo aramiyê diyaloga niştimanî

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser li hev civiyan û wan ragihand ku “diyaloga niştimanî rêya herî serkeftî ya pêkanîna îstiqrarê ye”.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di civînê de Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, Endama Fermandariya Giştî Rohilat Efrîn û gelek fermandar û nûnerên din amade bûn.

Di civînê de behsa dan û standinên bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re û mekanîzmayên bicihanîna Peymana 10ê Adarê hat kirin.

Beşdaran tekezî li ser berdewamiya lihevkirinê kir û xwest ku Şam ji bo xwedîlêderketina li diyalogê wekî vebijêrka niştimanî ya çareserkirina pirsgirêkan were teşwîqkirin.

Di civînê de hat destnîşankirin ku HSD bi diyaloga niştimanî ya ku rêya herî serkeftî ya pêkanîna aştî û îstiqrarê ye, pêbend e.

Beşdaran encamên civîna Washingtonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de bi germî pêşwazî kirin û diyar kir ku rakirina cezayan û vekirina kanalên hevkariya dîplomatîk "guhertineke erênî ber bi piştgiriya çareseriya siyasî ya berfireh a bi beşdariya hemû Sûriyeyiyan nîşan dide".

Her wiha pesnê tevlîbûna Sûriyeyê ya Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê hat dayîn û hat bibîranîn ku HSD zêdetirî 10 salan e stûna bingehîn a vê koalîsyonê ye.

Beşdaran herî dawî pirsgirêkên navxweyî û xizmetguzariyê nîqaş kirin û tekezî li ser pêwîstiya başkirina asta xizmetguzariyan û bipêşxistina performansa saziyên sivîl kir.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin
Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin
Van Hollen û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê Sûriye agirbestê biparêze
Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike