HSD: Komên hikûmeta Sûriyeyê êrişî me kir

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê îro serê sibehê êrişî pêgehên wan ên li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniyekê de diyar kir ku êriş îro saet 09:00an pêk hatiye û hêzên wan ên li nêzî Pira Eşarayê ya li bajarokê Derencê bûne hedefa êrişê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku êriş dema ku hêzên hikûmetê "derbasbûna komên qaçaxçiyan a bi rêya çem misogoger dikirin" pêk hatiye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk destnîşan kir ku wan "dest bi tedbîrên pêwîst ên meydanî ji bo bersivdayîna êrişê kiriye" û destnîşan kir ku "rûdan heta dema amadekirina vê daxuyaniyê berdewam dikin."

Çend roj berê jî li gundewarê rojhilatê Helebê aloziyeke nû ya leşkerî rû dabû.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser bûyerê axivîbûn.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê îdia kiribû ku hêzên HSDyê ji pêgehên xwe yên li Balafirgeha Leşkerî ya Cerahê û derdora bajarê Meskeneyê topbaranek dijwar pêk aniyee û di encamê de du welatî hatine kuştin û sê kesên din jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bersiv dabû û amaje pê kiribû ku wan bi awayekî serkeftî rê li ber hewldanên êrişê yên "komên serberdayî" yên girêdayî hikûmeta Şamê girtiye.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin