HSD: Komên çekdar ên hikûmeta Sûriyeyê êrişî xaleke me kir

.

 Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê li derdora rojhilatê Dêrezorê êrişî xaleke wan kiriye.

Li gorî daxuyaniyê di encama êrişê de şervanekî HSDyê bi giranî birîndar bûye.

HSDyê daxuyaniyek belav kir û tê de got,"Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê di binpêkirineke nû de, ji aliyê rojavayê Çemê Feratê ve rasterast êrişî yek ji xalên hêzên me yên li bajarokê Xeranîcê yê li  rojhilatê Dêrezorê kir."

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di encama êrişê de şervanek bi giranî birîndar bûye û şervanê birîndar sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin.

HSD: Em dê bêdeng nemînin

HSDyê di 16ê Çiriya Paşîn a 2025an de jî ragihandibû ku wan êrişeke komên çekdar ên girêdayî Sûriyeyê li gundên rojhilatê Reqayê têk biriye.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê wê demê di daxuyaniyê de gotibû, "Hêzên me li eniya gundê Xanim Elî yê li rojhilatê Reqayê rastî êrişeke hatine." HSDyê da zanîn ku komên êrişkar "dronên bombekirî û çekên giran" bi kar anîne.

Di daxuyaniyê de hişyariyeke zelal jî hatiye dayîn û wiha hatiye gotin: "Em dê li hemberî dubarebûna van êriş û provokasyonan bêdeng nemînin û ji bo parastina hêz, gel û herêma xwe tedbîrên pêwîst wergirin."

HSDyê bangî wan aliyên ku piştgiriya wan koman çekdar dikin jî kir ku wan kontrol bikin û dawî li kiryarên wan ên bêberpirsiyarî bînin çimkî ew metirsiyeke rasterast li ser ewlehî û aramiya tevahiya herêmê çêdikin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin
Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin
Van Hollen û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê Sûriye agirbestê biparêze
Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike