HSD: Ewlehiya Dêrezorê xeta me ya sor e

.

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ewlehiya Dêrezorê ji bo wan xeta sor e.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku bermahiyên rejîma Beasê êrişî bajarokên Zîban û Teyanê yên Dêrezorê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şaneyên ji bermahiyên rejîma Beasê ya berê û milîsên Dîfa El Weteniyê li Zîban û Teyanê kiryarên xwe yên talankirinê domandin.

Li gorî daxuyaniyê, milîsan rêya sereke girtiye û êrişî baregehên ewlehî û saziyên xizmetguzariyê kiriye.

“Armanca êrişan pêkanîna bêîstiqrariyê ye”

HSDyê diyar kir ku ew dê bi biryardarî li hemberî êrişan rawestin û got:

“Armanca êrişan ew e ku derbe li jiyana welatiyan bidin û li herêmê alozî û bêîstiqrariyê pêk bînin.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê dê bi hemû hêza xwe li hemberî wan hewldanan tev bigere.”

HSDyê daxuyand ku hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî dê xebatên xwe yên hevbeş bidomînin û derfetê nedin şaneyên DAIŞê liv û tevgerê bikin.

“Ewlehiya Dêrezorê xeta sor e”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) silav li hevkarî û hişyariya xelkê kir û destnîşan kir:

“Ewlehiya Dêrezorê xeta sor e û em dê bi ser her kesî bigirin ku hewl bide zererê bigihîne herêmê.”

Angaştên pevçûnên bi Tehrîr El Şamê re

Li rexê din, hatibû angaştkirin ku li Dêrezorê di navbera HSD û Tehrîr El Şamê de pevçûn çêbûne.

HSDyê ev angaşt red kirin û got:

“Em ji destpêka guherînên dawî yên li Sûriyeyê kanalên pêwendiyê yên bi Şamê re diparêzin.

 Me kariye aramiyê li hemû herêman dabîn bikin û diyaloga erênî jî berdewam dike."

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc