HSD: Di êrişa çekdarên hikûmetê de şervanek şehîd ket

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê êrişî xaleke wan a li çoltera Dêrezorê kiriye.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di êrişa ku bi dronekê li gundê Meratê pêk hatiye de şervanekî wan şehîd ketiye û 9 şervan jî birîndar bûne.

HSDyê da zanîn ku hêzên wan bersiva êrişê daye û li çeperên komên çekdar ên li aliyê din ê Çemê Feratê dane.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ev daxuyanî belav kir:

"Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê bi dronekê êrişî xaleke me ya li gundê Meratê yê li çoltera rojhilatê Dêrezorê kir.

Di encama êrişê de şervanekî me şehîd ket û 9 şervanên din jî bi awayên cuda birîndar bûn.

Hêzên me wekî bersiveke demildest, çavkaniyên êrişê kirin hedef û li çeperên komên êrişkar ên li aliyê din ê Çemê Feratê dan û ziyan gihandin refên wan."

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên