HSD: Çekdarên hikûmeta Şamê li Dêr Hafirê komkujî kir

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê, li Helebê bi dron û bombeyan êrişî gundê Um Tînayê yê Dêr Hafirê  kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, 7 sivîl hatine kuştin û 4 sivîl birîndar bûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn ku di nav kuştiyan de zarok jî hene.

HSDyê daxuyand êrişên komên girêdayî hikûmetê bi "dronan dest pê kiriye û li pey wê saet 19:00an topbaraneke dijwar dest pê kiriye ku rasterast malên welatiyan kirine armanc."

Li gorî daxuyaniyê, di encama van êrişan de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha 4 sivîl jî birîndar bûne.

Di nav kuştiyan de pitikekî yek salî û zarokekî 4 salî jî hene.

Dêr Hafir wekî herêmeke stratejîk tê dîtin û van demên dawiyê bûye şahidê pevçûnên demkî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên hevalbendên hikûmeta Şamê.

Piraniya herêmê di bin kontrola HSDyê de ye.

Li herêmên di navbera HSD û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de li çolterên parêzgehên Heleb û Dêrezorê dem dem şer û pevçûn û her wiha topbaran rû didin ku di encamê de qurbanî çêdibin û her du alî hevdû tohmetbar dikin.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da