HSD: Bi drona Akinciyê êrişî xaleke me hat kirin

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Tebqayê di droneke ji coreyê Akinciyê êrişî xaleke wan hatiye kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê bi droneke ji coreyê "Akinciyê  êrişî xaleke wan a li başûrê bajarê Tebqayê kiriye.

HSDyê diyar kir ku ev êriş piştî peymana agirbestê ya şerê Bendava Tişrînê "yekem binpêkirin" e.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, êriş îro saet 18:00an li herêma Zeviya Sewreyê ya li başûrê Tebqayê pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku di encama êrişa drona Tirkiyeyê de tenê zererên madî çêbûne.

HSDyê ev êriş wekî "rûdaneke metirsîdar" pênase kir û got:

"Ev armancgirtin yekem car e piştî îmzekirina peymana agirbestê ya ku li dûv şerê Bendava Tişrînê hatibû kirin.

Ev yek binpêkirineke eşkere ya lihevkirinên heyî ye û israra aliyê Tirkiyeyê ya ji bo lîstina roleke leşkerî ya rasterast li Sûriyeyê radixe ber çavan."

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan