HSD: Bendava Tişrînê tê topbaran kirin

.

 Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser rewşa dawî ya li derdora Bendava Tişrînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya HSDê ya li ser medya civakî hatiye belakirin, îro demjimêr derdora 17:30î Girê Sêryetelê û derdora Bendava Tişrînê bi topên giran hatine armanckirin.

HSDê da zanîn ku topbaran ji çeperên komên çekdar ên li nêzîkî bajarê Minbicê hatiye kirin û got: “Ev êrîş wekî pêşhateke nû û binpêkirina agirbestê ye.”

HSDê danê sibehê jî ragihandibû ku îro li derdora Bendava Tişrînê kesekî êrîşkar hatiye kuştin û hatibû gotin: “Îro berê sibehê, komeke çekdar ên hikûmeta Şamê hewl da ku derbasî yek ji xalên li çoltera derdora Bendava Tişrînê bibe.”

Hate diyarkirin, çekdarên hikûmeta Sûriyeyê ji bo ku şervanan bikin armanc û aramiya herêmê têk bidin bombeyên destan bi kar anîne. HSD got ku hêzên wan yekser bersiv daye koma êrîşkar û pevçûnên rasterast derketine, di encamê de endamekî êrîşkaran hatiye kuştin.

Hat gotin ku endamên din ên komê termê hevalê xwe li cihê pevçûnê hiştiye û reviyane.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê jî piştrast kir ku çekdarek hatiye kuştin.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da