HRW: Hikûmeta Sûriyê amarên rastî yên Koronayê ranagihîne

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) radigihîne, hikûmeta Sûriyê amarên rasteqîne yên pêketin û mirina bi vîrûsa Koronayê belav nake.

Rêxistina HRW di raportekê de ragihand, amarên ku hikûmeta Sûriyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsê cane xwe ji dest dane, ji yên hatine ragihandin zêdetir e.

Wê rêxistina çavdêrîkirina mafên mirovan rexne li hikûmeta Sûriyê girt û got, hikûmeta Sûriyê tîmên xwe yên bijîşkî naparêze û heta niha 33 bijîşk û karmendên tendirustiyê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Lêkolînera di HRW de Sara Keyalî got: “Rêjîma Sûriyê pêştir gelek tawan li dijî gelê xwe û li dijî mirovahiyê kirine. Ne seyr e jî ku guh nede tendirustiya karmandên karta Tendirustiyê yên di bereyên pêşî de rûbirûyî Koronayê dibin”.

Wê rêxistinê li ser zarê hejmarek bijîşk û peresterên nexweşxaneyên giştî belav kir, li nexweşxaneyan cih ji pêşwazîkirina nexweşên nû re nemaye û gelek kêmanî di amûre û kelûpelên bijîşkî de hene.

Ev di demekê de ye, li gor amarên Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê, heta niha tenê 2 hezar û 898 kes li Sûriyê bi Koronayê ketine û 120 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Ji aliyekî din ve û li gor pêgeha “Syria-in-Context” tenê li Şamê 85 hezar kes bi Koronayê ketine.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin