HRANA: Li Îranê 6126 kes hatin kuştin, keştiya Amerîkayê gihişt herêmê

.

 HRANAyê ragihand ku ji ber tundiya di navbera xwenîşander û hêzên ewlehiyê yên Îranê de, herî kêm 6 hezar û 126 kes hatine kuştin û çarenivîsa gelek kesên din jî ne diyar e.

Di heman demê de, keştiyeke balafirhilgir a Amerîkayê gihişt Rojhilata Navîn da ku serperştiya her bersiveke leşkerî ya Amerîkayê ya ji bo krîzê bike.

Gihiştina keştiya balafirhilgir a USS Abraham Lincoln û keştiyên şer ên pê re, vê şiyanê didin Amerîkayê ku êrişî Îranê bike.

Divê were gotin ku welatên Kendavê diyar kiriye ku naxwazin ji axa wan êrişî Îranê bê kirin lê bi deh hezaran leşkerên Amerîkayî li baregehên leşkerî yên li wan welatan hatine bicihkirin.

Ketîbeyên Hizbullaha Îraqê û Hûsiyên Yemenê amadehiya xwe nîşan da ku êrişî leşkerên Amerîkayî yên li herêmê bikin.

Ev wekî piştgiriyekê ye ji bo Îranê piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwaribû, eger Îran xwenîşanderan bikuje yan îdam bike, dê bersiva wan a leşkerî hebe.

Îranê gelek caran gef xwariye ku ew dê tevahiya Rojhilata Navîn bikişîne nav şer lê artêş û pergala wê ya parastinê hîn jî ji ber bandora şerê ku Îsraîlê meha hezîranê pêk anîbû, bi ser xwe ve nehatine.

Di wî şerê 12 rojî de, ku tê de Amerîkayê baregehên nukleerî yên Îranê topbaran kirin, komên wekî Hûsî û Ketîbeyên Hizbullahê bêdeng man.

Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku ew eniya ku Îranê navê "Eniya Berxwedanê" (Mîhwera Muqawemê) lê kiribû, piştî derbên Îsraîlê tûşî tevlîheviyê bûye.

Hejmara nû ya qurbaniyan

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, amarên nû belav kirin. Li gorî amaran:

• 5 hezar û 777 xwepêşander hatine kuştin.
• 214 endamên hêzên ewlehiyê yên ser bi hikûmetê ve hatine kuştin.
• 86 zarok hatine kuştin.
• 41 hezar û 800 kes jî hatine girtin.

Hikûmeta Îranê dibêje hejmara kuştiyan 3 hezar û 117 kes e û piraniya yên din wekî "terorîst" bi nav dike.

Ev hejmar di nav dehsalên dawî de ya herî zêde ye û serdema şoreşa 1979an a wî welatî tîne bîra mirov.

Xwenîşandanan 28ê Kanûna Pêşîn ji ber krîza aborî  Îranê dest pê kir.

Hikûmetê bi tundî bersiv da û înternet birî.

Helwesta komên çekdar

"Eniya Berxwedanê" ya Îranê ku ji komên çekdar ên li Xeze, Libnan, Yemen, Sûriye û Îraqê pêk dihat, piştî derbên Îsraîlê û hilweşîna desthilata Beşar Esed li Sûriyeyê ya sala 2024an, tûşî hilweşînê bûye.

Hûsiyên Yemenê gefa hedefgirtina keştiyan li Deryaya Sor dixwin.

Serokê Ketîbeyên Hizbullaha Îraqê jî hişyarî da ku şerê li dijî Îranê ne "seyran" e û encama wê dê mirin be.

Her wiha Rêxistina Bedirê bi serokatiya Hadî Amirî ragihand ku li dijî gefên ser Tehranê, ew dê di eniya piştgiriya Îranê de bin û got: "Ev şerekî çarenivîssaz e û cihê bêalîbûnê tê de nîne."

Serokê Hizbullaha Libnanê Neîm Qasim di peyamekê de ragihand ku ew amadekariya parastinê dikin lê derbarê çawaniya beşdarbûnê de got: "Ev hûrgilî li gorî şer û berjewendiyan tên diyarkirin."

Kurdistan Haberleri

Hevrikiya nasnameyê û pirsa navê "Parêzgeha Urmiyeyê"
Çima Kezî dibe çek û ramana vê cem gelê me çiye?
Rêjîma Îranê firîna hemû balafirên li esmanê Îranê ragirtin
Îsraîlê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
Lindsey Graham piştgirî da Levin: ‘Ma em dê Kurdan bê alîkarî bihêlin?’