HRANA: Di xwenîşandanan de zêdetirî 7 hezar kesan hatine kuştin

.

Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku di xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de zêdetirî 7 hezar kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 53 hezar kes jî hatine desteserkirin.

Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê ya ku wekî HRANAyê tê naskirin îro rapora xwe ya nû ya derbarê qurbaniyên xwenîşandanan belav kir.

Li gorî raportê, heta îro kuştina 7 hezar û 15 kesan bi belgeyan hatiye piştrastkirin ku 226 ji wan zarok in.

Her wiha 214 endamên hêzên ewlehiyê jî hatine kuştin.

HRANAyê di raporta xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku xeynî wan hejmarên hatine piştrastkirin, niha ew li ser dosyeya kuştina 11 hezar û 744 kesên din jî lêkolînê dikin.

Hîn belgeyên temam ên derbarê wan kesan de nehatine komkirin.

Ajansê derbarê birîndar û girtiyan de jî ev agahî dan:

"25 hezar û 845 kes birîndar bûne ku birînên hinek ji wan giran in.

Her wiha li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 53 hezar û 552 xwenîşander hatine desteserkirin."

Ferqeke mezin di navbera van amarên rêxistinên mafên mirovan û amarên fermî yên hikûmeta Îranê de heye.

Encûmena Ewlehiyê ya Îranê 21ê Kanûna Paşîn, hejmara giştî ya qurbaniyan wekî 3 hezar û 117 kesan ragihandibû.

Li gorî gotina wan, "2 hezar û 427 ji wan xelkê bêguneh û hêzên ewlehiyê bûn."

Ofîsa Serokkomariyê ya Îranê 29ê Kanûna Paşîna 2026an ragihandibû ku bi fermana Mesûd Pizîşkiyan, nasnameya kuştiyên nerazîbûnan tê belavkirin.

Ajansa fermî ya IRNAyê piştre navê 2 hezar û 986 kesên ku di nerazîbûnan de hatine kuştin belav kir û ragihand ku navê 131 kuştiyan ji ber ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin nehatiye belavkirin.

Xwenîşandan 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji aliyê esnafên Tehranê ve li dijî giranî û daketina nirxê tumenî dest pê kiribû lê piştre berfireh bûbû.

Kurdistan Haberleri

Xeyalên nîvcomayî: Bi sedan mamosteyên Kurdî li benda tayînê ne
PDK û YNK li ser namzedê Serokkomariyê li hev dikin?
Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî li ser avakirina hikûmetê civiyan
Rubio: Lihevkirina bi Îranê re zehmet e lê pêkan e
Nêçîrvan Barzanî: Cîhan Kurdistaneke bihêz dixwaze