Hozan Diyar li ser aloziya li Stuttgartê axivî: Ew provokasyon bû

.

Hozan Diyar li ser bûyera konsera xwe ya li Stuttgartê axivî û got, “Ew provokasyon bû.”

Li konsera Hozan Diyar a li Stuttgertê li ser Alaya Kurdistanê alozî derketibû.

Hozan Diyar li ser wê bûyerê ji Stêrk TVyê re axivî.

Hozan Diyar da zanîn ku Xwediyê salonê midaxeleya alaya Kurdistanê kir û pêştir jî ji wan re gotiye ku ew naxwaze sembolên siyasî hebin.

Bi gotina Hozan Diyar ji ber Alaya Kurdistanê di navbera xwediyê salonê ku jineke Alman e û hinek xortan de alozî derket.

Hozan Diyar anî ziman ku zilameke 50-60 salî nêzîkî 10 kesan organîze kirin û xwest provokasyonekê bikin.

Hozan Diyar her wiha eşkere kir ku ti problemên wî bi Alaya Kurdistanê re nînin û gelek caran di konserên wî de Alaya Kurdistanê tê bilindkirin û got:

“Wekî mînak beriya du hefteyan konsera me li Duisburgê hebû, beriya mehekê li Konstanzê hebû. Ala Kurdistanê, alayên her çar parçeyên Kurdistanê, alaya Rojavayê Kurdistanê, alaya Başûrê Kurdistanê, alaya KCKyê jî di destê xortan de bûn.  

Hûn dikarîn vîdeoyên konserên min ên li ser înternetê temaşe bikin. Yanî ez wekî hunermend, wekî Diyar Dêrsim ti pirsgirêka min bi alên Kurdî, kesayetên Kurdî, sembolên Kurdî re nînin.”

“Ev 40 sal in ez karê hunermendiyê dikim”

Hozan Diyar da zanîn ku ew nêzîkî 40 salan e xizmeta çanda û hunera Kurdî dike û bi kurtî wiha got:

“Hemû stranên min ji bo Kurd û Kurdistanê ne. Ne tenê ji bo parçeyeke Kurdistanê ye. Ji bo min Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava hemû heman tişt in.

Ez ti cudahiyê di navbera Dêrsim, Mehabad e, Efrîn, Dihok,  Amed û Hewlêr de nakim. Her kes min nas dike. Wekî we jî got, ne hewce ye ez niha bibêjim ez wisa Kurdperwer im.

Bila kes xwe li pişt alayê xwe veneşêre û neyên Kurdperweriyê bi me nedîn nasîn.

Ew kesên ku alayan tînin dikin amûreke provokasyonê, hurmeta wan li hemberî alayan nînin.

Pirsgirêka min tune ye. Ez wekî her Kurdekî,  çawa alaya Kurdistanê ji bo her Kurdekî tê çi wateyê ji bo min jî ew e.

Ez ji Dêrsimê me. Li Dêrsimê Pîr Seyîd Rizayê nemir ji bo min nirxekî çawa ye, Şêx Seîdê nemir jî wisa ye. Mela Mistefayê nemir jî wisa ye. Qazî Mihemedê nemir jî wisa yeû ji bo min hemû nirxên Kurdistanê ne.

Kî ji bo doza Kurdistanê şer dike, xizmetê dike, ji bo min nirxekî mezin e. Yanî girîng e gelê me hişyar be.

Wekî Diyar Dêrsim, ji bo min hemû nirxên welatê min ên wekî gerîlayên YPJyê, gerîlayên azadiyê, Pêşmergeyên welatparêz û hemû hêzên Kurdistanê, di dilê min de, di mêjiyê min de cihê wan heye.

Ez mirovek im ku min 40 sal emrê xwe daye vê têkoşînê û xizmeta çanda gelê xwe dikim.

Heta dawiya emrê xwe jî ez dê xizmeta doza gelê xwe bikim. Hedê kesê nîne li ser min, yan ser kesekî din, Kurdperweriyê hîn bike yan bibêje çawa mirov li nirxê Kurdistanê xwedî derdikeve.”

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: Helkewt Ezîz nûçegihanekî jêhatî û dilsoz bû
Geştên asmanî li Firokexaneya Hewlêrê asayî bûn
Nezîr Cîbo: Koma îcraya klasîkên Kurdî
Îraqê û Herêma Kurdistanê asmanê xwe girt
Îsraîl bombeyan bi ser Îranê de dibarîne