Hoşyar Zêbarî: Hikûmeta Iraqê cesaret nake tawanbarên êrîşên li ser Herêma Kurdistanê eşkere bike

.

Endamê Desteya Rêvebirinê ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî  li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye, “Komên çekdar li nav Iraqê di Tîrmeha îsal de 38 êrîşên bi dronan kirin ser hejmareke zeviyên petrolê û dezgehên jêrxaneya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê jî wekî edetekî dubare komîteyek ji bo şopandina rastiyan pêk anî.”

Hoşyar Zêbarî herwesa gotiye, “Hikûmeta Iraqê û aliyên wê yên fermî û peywendîdar raporek li ser vê mijarê weşandiye û itîraf bi wan êrîşan kiriye, lê cesaret nakin ku tawanbarên êrîşên li ser Herêma Kurdistanê eşkere bikin.”

Ji destpêka Tîrmehê ve, 38 êrîşên bi dron û mûşekan li ser bajarên Herêma Kurdistanê hatine kirin, neh ji wan êrîşan jî li ser zeviyên petrolê hatibûn kirin, ew jî zeviyên Xurmele, Kormor, Sersink, Etrûş, Bay Hesen, Pêşxabûr, Tawkê û Hunt Oil bûn. Êrîşên din jî li ser hêzên ewlehiyê û balafirxaneyan hatine kirin.

Şandeke payebilind a Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Qasim Arecî li roja Duşemê (28ê Tîrmeha 2025ê) gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve pêşwaziya wî hat kirin.

Qasim Arecî di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de bi Rêber Ehmed re ragihand, "Êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê zirarê didin navûdeng û aboriya Iraqê. Em wan êrîşan şermezar dikin û êrîşker dê bên cezakirin."

Kurdistan Haberleri

Damezrênerê Mala Kurdî ya Belcîkayê Pieter Geirits koça dawî kir
Rêveberiya Xweser sîstema xwe ya perwerdeyê disepîne; malbatî nîgeran in
Li Efrinê çekdarên Emşat û Hemzat dest danîn ser hezar darên zeytûnên hemwelatiyekî Kurd
EFRÎN - Gora Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî hat nûjenkirin
300 Kurd ji bo hilbijartinên Nordrhein-Westfalenê bûne namzed