Hizbullaha Lubnanê: Îsraîlê êrîşî navenda me kir

Hesen Nesrullah, ew êrîşa Îsraîlê bi pêşhateke gelekî metirsîdar bi nav kir û ragihand, êrîşa Îsraîlê bê bersiv namîne, bila ji îşev ve Îsraîl li benda bersivê be.

Hizbullaha Lubnanê ragihand, ew êrîşa ku Îsraîl dibêje li nav axa Sûriyê bo ser binkeyeke hêzên Îranê encam daye, ne bo ser Supaya Pasdaran bûye, lê belê êrîş li dijî navendeke Hizbullahê hatiye kirin û di encamê de 2 çekdarên wê grûpê hatine kuştin.

 

Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah di gotarekê de li Beyrûtê ragihand, êrîşa vê dawiyê ku Îsraîl îdia dike, li dijî binkeyeke Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê hatiye encamdan, ne li dijî hêzên Îranê lê belê li dijî navendeke Hizbullahê hatiye pêkanîn.

 

Hesen Nesrullah, ew êrîşa Îsrîalê bi pêşhateke gelekî metirsîdar bi nav kir û ragihand, êrîşa Îsraîlê bê bersiv namîne, bila ji îşev ve Îsraîl li benda bersivê be.

 

Bi gotina Nesrullah, di êrîşa li ser bajarokê Eqirbe yê li başûrê Şam a paytexta Sûriyê de, 2 endazyarên wan hatine kuştin ku navê wan, Hesen Yûsif, û Yasir Ehmed e.

 

Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê got: “Duh hêzên esmanî yên Îsraîlê êrîşî navendeke serbazî ya Hêza Qudsê kiriye, nexêr, wan êrîşî navendeke Hizbullahê kiriye, ew bixwe ne navnedeke serbazî bû, ew bi tenê xaniyeke asayî bû ku ciwanên me lê diman, ew devera ku hatiye bombebarankirin, bi tenê ciwanên Lubnanî yên Hizbullahê lê hebûn, û li wê derê, duh bi şev 2 kes şehîd ketine, şehîd Hesen Yûsuf Zibîb, û Şehîd Yasir Ehmed Dahir.”

 

Artêşa Îsraîlê ragihandibû, wan navendeke ser bi Supaya Pasdaran a Îranê li bajarokê Eqirbe yê li başûrê Şamê bombebaran kiriye.

 

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de dibêje, zanyariyên istixbaratî gihîştibûn destê wan ku Supaya Pasdaran a Îranê bi fermana Fermandarê Supaya Quds, Qasim Sulêymanî xwe ji êrîşeke bo ser Îsraîlê re amade dikir, lê belê wan berî ku ew êrîş pêk were, navenda Supaya Pasdaran li başûrê Şam a paytexta Sûriyê bombebaran kiriye. 

Artêşa Îsraîlê ragihandiye, hêzên Supaya Pasdaran dixwestin bi balafirên bêpîlot (dron) êrîşan li dijî welatiyên sivîl ên li Gulanê pêk bînin.

 

Li gor heman daxuyaniyê, artêşa Îsraîlê wêneyên pêş û paş bombebarankirina navenda Supaya Pasdaran belav kiriye û amaje bi wê yekê kiriye, ku di encama wê êrîşê de ew navenda leşkerî bi temamî wêran bûye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike