“Hizbullah sîstemên berevaniya asmanî li nêzîkî Şamê û başûrê Lubnanê danîne”

.

 Navendeke Lêkolînan a Îsraîlê radigihîne, Hizbullaha Libnanî sîstemên berevaniyê li derdora Şamê û başûrê Lubnanê bi cih kirine ku dikare pê rûbirûyî êrîşên asmanî yê Îsraîlê bibe.

Navena “Alma” belav kir: “Hizbulla ev sîstema berevaniyê li çiyayên Qelemûn li bakurê rojavayê Şamê li nêzîkî sînorê Lubnanê bi cih kiriye ku baregeheke lojîstîkî û operasyonan a Hizbullahê lê heye.”

Rojnameya “Jerusalem Post” a ku ew raport belav kiriye got, ew di wê baweriyê de ne ku di cebilxaneya Hizbullah ya berevaniya esmanî de, pergala mûşekî ya taktîkî ya kurtavêj SA8, SA17 û SA22 heye.”

Herwiha Serokê beşa lêkolînê li navenda “Alma” û efserê bi pileya Raîd di artêşa Îsraîlê Tel Perry ji wê rojnameyê re got: “Hizbullahê bataryayên mûşekên zemîn-asîmanî SA8 li başûrê Lubnanê bi cih kirine ku dibe ew bikare rûbirûyî firokeyên Îsraîlê bibe.”

Herwiha got: “Dibe ku çekdarên Hizbullahê li ser sîstema berevaniyê ya Îranê Bavar 373 a ku li ser bingeha sîstema Rûsî SA-300 kar dike perwerde dîtibin, ku tê pêşbînîkirin ew sîstem bikaribe di heman demê de, rûbirûyî 6 armancan bibe.”

Rojnameya “Jerusalem Post” got jî, ligel egera gefên sîstema berevaniya Îranî û Hizbullahê jî, artêşa Îsraîlê hîna karîna wê heye bi awayekî aktîv kar û çalakiyan li asmana Lubnan û Sûriyê bike

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive