Hizbûllah: “Em bangî Erebistana Sa’ûdiyê dikin ku rûpelekî nûh veke”

.

Sekreterê giştî yê Hîzbûllah a Lubnanê Naim Qasim bangî Erebistana Sa’ûdiyê kir û got:

“Ez bangî Erebistana Saûdiyê dikim ku li ser hinek qaîdeyan rûpelekî nûh bo me veke. Yekem diyaloga ku pirsgirêkan çareser bike, endîşeyan şareser bike û berjewendiyan garantî bike. Ya duyem; diyaloga ne berxwedanê lê li ser rastiya ku Îsraîl dijmine. Ya sêyem diyaloga ku cudatiyên berê dide rawestandin.”

Qasim, axaftina xwe di salvegera yekem ya bîranîna rayedarê di asta bilind de yê Hîzbûllahê İbrahim Akıl ku di 20ê Êlûna sala 2024an de hatibû kuştin de xwe kir.

Qasim, di axaftina xwe ya ku ji bo TV yê şand de got ku piştî Îsraîl li Qatarê xist, hedefa Îsraîlê ya li herêmê Filistin, Lubnan, Urdin, Misir, Sûriye, Iraq, Saudi Arabistan, Yemen û Îran e. Qasim got ku çekên di destê Hîzbûllahê de ne, ne ji bo ti welatekiye lê tenê ji bo Îsraîle û got:

“Zora ku bidin ser bexwedanê, tenê di berjewendiya Îsraîlê de ye. Eger berxwedan nebe, wê dewletên din bikevin talûkê.”

Qasim ji bo hukumeta Lubnanê got ku wezîfa hukumetê ew e ku li hemberê Îsraîlê têbikoşe û berya her tiştî divê Îsraîlê ji Lubnanê derxe.

Her çendîn Lubnan dibêje divê çek tenê did estê artêşê û dewletê de bin jî Hîzbûllah çekên xwe danayne û xwe wekî dewletekî di nav Lubnanê de dibîne.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da