Hizbulaha Iraqê kuştina berdevkê xwe ragihand

.

 Hizbulaha Iraqê di beyannameyeke fermî de nûçeya kuştina berdevkê leşkerî yê koma xwe Ebû Elî Eskerî ragihand, bêyî ku hûrgiliyên li ser dem, cih û çawaniya kuştinê eşkere bike.

Hizbulaha Iraqê îro (Duşem, 16ê Adara 2026ê) di beyannameyeke fermî de nûçeya kuştina berdevkê leşkerî yê koma xwe Ebû Elî Eskerî ragihand.

Di wê beyannameyê de hatiye gotin: Em nûçeya şehîdbûna Hacî Ebû Elî Eskerî radigihînin, ku di navbera qadên qurbanîdanê û platformên gihandina rastiyê bi peyvên wê de pireke têkiliyan bû.

Hizbulaha Iraqê her di wê beyannameyê de eşkere jî kir ku, berpirsê ewlehiyê yê wê komê Hacî Ebû Mucahîd Esaf dê alaya Eskerî bilind bike. Ev yek jî wekî nîşana destnîşankirina Esaf li cihê navbirî bû.

Ebû Elî Eskerî yek ji kesatiyên girîng ên Hizbulaha Iraqê bû, ku tenê bi rêya hesabên xwe yên li ser torên civakî bi wî navî xuya dibû, nasnameya wî ya rastîn heta niha nehatiye eşkerekirin û gelek guman û şiroveyên cuda cuda li ser kesatiya wî hebûne.

Di wê beyannameyê de qet nehatiye behskirin ka gelo Eskerî di êrîşeke asmanî de an jî di bûyereke din de hatiye kuştin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir