Hişyariya tund a Graham a ji bo Şam û Enqereyê: ‘Kurd hevpeymanên me ne’

.

Endamê Kongreya Amerîkayê Lindsey Graham hişyariyeke tund da hikûmetên Sûriye û Tirkiyeyê.

Lindsey Graham ragihand ku eger êrişên li ser Kurdan zêde bibin, ew dê li dijî vê yekê derkevin û tekez kir ku tenê Kurd dikarin girtiyên DAIŞê biparêzin.

Lindsey Graham li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û dilgiraniya xwe ya li ser hevkariya hikûmetên Sûriye û Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan anî ziman.

"Kurd hevpeymanên me yên herî xurt in"

Graham di daxuyaniya xwe de got:

"Wekî ku min berê jî gotibû, ez her ku diçe zêdetir dilgiran dibim ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re hevahengiyê dike da ku hêza leşkerî li dijî Kurdên Sûriyeyê bi kar bîne.

Kurd di têkbirina mayînde ya DAIŞê ya li Sûriyeyê de hevpeymanên me yên herî xurt in."

Mijara girtiyên DAIŞê

Graham bal kişand ser metirsiya girtiyên DAIŞê û wiha berdewam kir:

"Kontrola nêzîkî 9 hezar girtiyên DAIŞê yên herî xeter di destê wan (HSD) de ye.

Ji bo berjewendiya ewlehiya me ya neteweyî ya jiyanî girîng e ku ev girtî venegerin qada şer."

Graham diyar kir ku ew piştgiriyê didin ku şansek ji bo hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê were dayîn lê hişyarî jî da:

"Lêbelê, eger êrişên hêzên Sûriyeyê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê li dijî Kurdan zêde bibin, ev dê dînamîkeke nû biafirîne.

Ez bawer dikim ku dê piştgiriyeke berfireh û kûr a her du partiyan (Komarî û Demokrat) hebe da ku li dijî kiryareke wiha derkevin."

"Hûn şaş in"

Lindsey Graham di dawiya peyama xwe de bi awayekî zelal red kir ku girtiyên DAIŞê radestî Tirkiye an Sûriyeyê bên kirin û got:

"Eger kesek bawer dike ku ez an hevkarên min -di vê qonaxê de- dê rihet bin ku girtiyên DAIŞê li şûna Kurdan ji aliyê artêşa Sûriyeyê an Tirkiyeyê ve werin parastin, hûn gelekî şaş in.

Bi aqilane hilbijêrin."

Ev daxuyaniya Lindsey Graham di demekê de ye ku aloziyên li Dêr Hafirê zêde bûne û kom û komikên çekdar ên hikûmeta Sûriyeyê li derdora Dêr Hafir û Meskeneyê bi cih bûne û topbaranê dikin.

HSDyê ragihand ku li Dêr Hafirê dronên Tirkiyeyê piştgiriyê didin hikûmeta Şamê.

Kurdistan Haberleri

Hevdestî: Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê 45 kes hatin kuştin, 526 kes winda ne
IHR: Li Îranê 3 hezar û 428 kes hatin kuştin
Zakharova: Êrişên ku li Helebê hatin kirin nayên qebûlkirin
Amerîkayê cezayên nû bi ser Îranê de sepandin
Ehmed Şer diçe Almanyayê: Parlamenterên Kurd hişyarî da Merz