Hilbijartinên taybet: Rêjeyên beşdarbûnê diyar bûn

.

Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku rêjeya beşdarbûnê ya hilbijartinên taybet ji sedî 97 e.

Dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê saet 18:00an qediya.

Di dengdana taybet de mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesî hebû.

Li gorî daxuyaniya Komîsyonê, 208 hezar û 521 kesan dengê xwe daye û rêjeya beşdarbûnê ji sedî 97 e.

Dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Îraqê hat kirin.

Her wiha li bajar û parêzgehên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî navendên dengdanê hatin danîn.

Di dengdana taybet de tenê hêzên ewlehiyê dengê xwe da.

Komîsyona Hilbijartinê ragihand ku li gorî parêzgehan rêjeyên beşdarbûnê wiha ne:

Dihok: Ji sedî 98

Silêmanî: Ji sedî 97

Hewlêr: Ji sedî 97

Helebce: Ji sedî 96

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin