Hikûmeta Sûriyeyê: Pêwîstiya me bi mamosteyên zimanê Kurdî heye

.

Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ragihand ku ji bo qonaxa nû pêwîstiya wan bi mamosteyên zimanê Kurdî heye.

Wezaretê destnîşan kir ku dê sala bê li seranserê Sûriyeyê bernameya xwendinê bibe yek.

Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê li ser plana perwerdeyê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê eşkere kir ku dê di sala xwendinê ya 2026-2027an de li hemû parêzgehên Sûriyeyê bernameya perwerdeyê bibe yekgirtî.

"Bernameya Şamê"

Li gorî daxuyaniyê, bernameya xwendinê ya sala 2025-2026an wekî "Bernameya Şamê" tê naskirin.

Ev bername dê di sala xwendinê ya 2026-2027an de li hemû parêzgehan were bicihkirin û xwendin.

Wezaretê di vê çarçoveyê de da zanîn ku ji bo pêkanîna vê armancê li seranserê welêt pêwîstiya wan bi mamosteyên zimanê Kurdî heye.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist